Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamû, geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê nirxandin û destnîşan kir ku li gorî daxuyaniyên tên dayîndi navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymaneke firotina xaka Başûr hatiye îmzekirin û ev tişt got: "Ew deverên ku dar lê tên birîn bi riya peymanekî ku di navbera dewleta tirk û rayedarên başûr de çêbûye pêk tê."

Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di navbera civîna MYK’ê ya partiya xwe de axivî û ji bo salvegera hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê ev tişt got: “Serkeftina siyaseta li dijî feraseta tekparêz e. Serkeftina milyonên ku dibêjin siyaset û jiyaneke din pekan e. Gunay, bersiv da Akşener jî û got ku pêwistiya HDP’ê bi aqlê wê tune ye.

Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane

Meclîsa HDP’ê, ya ku ji bo kûrbûna krîza siyasî binirxîne civiya, di encama danezana xwe de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna çareseriya aştî û demokratîk e.”

PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike

PYD`ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî kampa Mexmûrê şermezar kir û got: "Ev li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û gelê wê xetere ne. Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe."

HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin

HDP’ê îthafî gotina Mehmet Agar a “Em tûxleyek bikişînin wê dîwar hilweşe” bi daxwaza ku cînayetên “kiryarên wan nediyar” ronî bibin kampanyaya “Tûxle Bikişînin” da destpêkirin.

Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye

Mîthat Sancar, diyar kir ku sedama têkçûyîna di dewletê de, rizandina û mezinbûna pirsgirêkên civakî bi polîtîkayên ne çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayîne û got: “Divê têkoşîna li dijî tecrîd û bêçareseriyê were mezin kirin.”

Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e

Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, bal kişand ser pakêta 4'emîn a darazê û wiha got: "Ev pakêtek xapînok e. Di pêvajoya ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tê niqaşkirin de, mirov nikare qala pakêta darazê bike. Ev pakêt baweriyê nade tu kesî."

Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Amedê di civîna gel de axivî û wiha got: “Di kesayeta Birêz Ocalan de bi milyonan kes tên tecrîdkirin. Divê em vê tecrîdê bişikînin. Heke em bişikînin, hem dê Birêz Ocalan hem jî em ê azad bibin."

Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş hişyariyên Ocalan bi bîr xistin û got: “Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin.”

128 milyar nikare bê pirsîn
128 milyar nikare bê pirsîn

Pêşnûmepirsa ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de dabû Serokatiya Meclisê nehat qebûlkirin û weke hincet jî hat gotin ku ev pirs nikarin bên kirin.

Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e

Ligel ku PÎA’yê doza bi daxwaza "rawestandina rêvebirinê" vekir û qezenç kir jî wezaret serlêdana wê qebûl nake. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç anî ziman ku pirsgirêka bingehîn têkildarî statûya kurdan e.

51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin

51 parlamenterên Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya Herêma Federe a Kurdistanê daxwazname dan meclîsê.

Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje cînayetên kiryar nediyar di serdema min de pêk nehatine. Cînayetên di serdema wî de ne kiryar nediyar in. Kiryar diyar in lê nayên darizandin.”

Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî

Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz, cezayê qedexeya hevdîtinê ku ji ber silava kurdî dabû kurê xwe yê girtî li Fatime Demîr hatibû birîn, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.

DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da

DBP’ê bertek nîşan da ku navê siyasetmedarên kurd Kamûran Yuksek û Nadîr Yildirim li lîsteya “kesên ji terorê lêgerîna wan heye” û li kategoriya sor bar kirine û got wê ev hewldanên krîmînîzalîze nikaribin têkoşîna wan asteng bike.

< 146 147 148 149 150 > Rupel 148 / 291