Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin

Tê payîn ku li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser tezkereya operasyonên derveyî sînor hevdîtin bên kirin. Tezkereya Serokkomariyê ku raye dide leşker ji bo Iraq û Sûriyeyê bên şandin tê xwestin ku 2 salên din jî bê dirêjkirin.

Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike û wiha got: “Hewldana êrişê ya Tirkiyeyê wê hem li Sûriyeyê hem jî li Kurdistanê rê li ber çiravên şerê navxweyî veke . Ev operasyon ne çareserî ne, bîrên kor in.”

Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve

Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ew ê şoreşê li ser bingeha dîplomasiya civakî biparêzin û civîna Komîteya Destûra Bingehîn ku tê de Sûriyeyî nînin dê tu encamê nede.

HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir

Parlamenter û rêveberên HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de li Nisêbînê serdana gel û esanfan kir û li pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê yên esnaf û xelkê guhdar kirin.

Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye

Siyasetmedar û ekonomîst Nesrîn Nas, diyar kir ku deklarasyona HDP'ê ya li ser pirsgirêkên welat firsendeke dîrokî ye û wiha got: “Divê em vê firsendê ji dest bernedin.”

Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne
Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew amade ne hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ku pirsgirêka Kurd jî di nav de ye çareser bikin û siyaseta demokratîk bi pêş bixin.

Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin

Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik diyar kir ku ji destpêka Tirkiyeyê heta niha sûîkastên siyasî hene û mûxalefet dîsa bi şens e, berî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin.

Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye

Hişyar Ozsoy ê HDP'î destnîşan kir ku AKP li Sûriyeyê tengijiye û got: "Heger di vê rola xwe ya rûxîner de israr bike, dê rojên zehmet li benda Tirkiyeyê bin."

Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin

Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, destnîşan kir ku PDK bi liv û tevgerên xwe yên eskerî yên li hemberî Şengalê dixwaze "jiyana li ser asasê felsefeya civaka demokratîk hatiye avakirin ji holê rake."

Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir

Komek rewşebîrên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP'ê kirin û piştgirî dan HDP'ê.

Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser daxuyaniyên desthilatê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û têkildarî mijarê ev tişt got: "Ev gur e gura şer ji bo fetisandina siyasetê û kûmpasa li dijî muxalefetê ye. Bi awayekî wêrek serdeçûyîna van şaşiyan peywira rasteqîn a siyasetê ye."

Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe

Tayyîp Erdogan ê ku di siyaseta hundir û derve de têk diçe, piştî hevdîtina li Soçiyê, li pey hev sînyalên operasyonê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Tirkiye ku ji DYA û Rûsyayê piştgiriyê dixwaze, di hedefa wê de Til Rifat û Minbic heye.

Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin

Nûnerên rêxistinên elewiyan ên tevlî hevdîtina di çarçoveya deklarasyona ku HDP’ê aşkera kir de hatibû lidarxistin bûn, diyar kirin ku deklarasyon ji bo demokrasiya Tirkiyeyê girîng e û divê xwedî lê bê derketin.

Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e

Parlementerê CHP û Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Tûran Aydogan, diyar kir ku polîtîkayên "ewlehîparêz" ên îqtidara AKP'ê li girtîgehan bûne sedema dramekê û got: "Îqtidar ji bo van binpêkirinên mafan xwe li ker û lalîtiyê daniye."

Buldan: Gel dibêje êdî bes e
Buldan: Gel dibêje êdî bes e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bulan derbarê rewşa heyî de wiha got: ''Aborî hilweşiyaye, desthilat şer dixwaze .Gel hilbijartinê dixwaze, desthilat behsa şer dike.''

< 137 138 139 140 141 > Rupel 139 / 291