Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû û wê encamnameya wê di rojên pêş de were eşkerekirin.
Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku rêya demokrasiyê di muzakere û diyalogê re derbas dibe û got: “Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Bêyî HDP'ê ne pêkane ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were vî welatî.”
Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di konferansa HDP’ê de axivî, wiha got: “Mûxatap gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me bi rêve dibin e. Em bi vî awayî, xala xwe datînin.”
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar dest pê kir.
Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, têkildarî bersiva Tirkiyeyê ya Komîteya Wezîran a PE’yê ya “Li Îmraliyê binpêkirin nînin” ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclîsê kir.
Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku di warê mûxatabtiya çareseriya pirsgirêka Kurd de, helwesta gel diyare û got: “Gelê Kurd di Newrozê de, bi awayeke aşkere mûxatabê xwe îlan kir. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Abdûllah Ocalan e.”
Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan, derbarê nîqaşên ku li ser Pirsgirêka Kurd tên kirin de ev tişt got: "Heke li deverên ku zarokê lê dilîzin panzêr bigerin, li bajarên ku welatiyên me yên kurd piranî lê dijî qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin û li welatê me he jî mafê zimanê zikmakî bê nîqaşkirin wê deme meseleyeke heye."
Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî mijara muxatabiya pirsgirêka kurd wiha got: ''Meseleya kurd pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.''
Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de CHP nikare muxatab diyar bike û got: “Gelê kurd muxatabê xwe diyar kiriye. Birêz Abdullah Ocalan e. Cihê çareseriyê jî Parlamento ye.”
Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy da zanîn ku heke Tirkiye biryarên Konseya Ewropayê û DMME'yê yên derbarê Demîrtaş û Kavala de pêk neyine dê nîqaşa ji avêtina ji Konseyê dest pê bikin.
Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
Nûnerên partî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, li dijî provakasyona li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin.
Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku ew ê bi "Belgeya Banga Demokrasiyê" ku ew ê di 27'ê îlonê de eşkere bikin, ew ê vebijêrkek nû pêşkêşî desthilatdariya siyasî û gelên Tirkiyeyê bikin.
Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî yê derbarê niqaşên namzetê serokkomariyê de axivî û wiha got: “Namzetekî ku HDP piştevaniya wî neke nikare hilbijartina serokkomariyê qezenç bike.”
Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
Naveroka danezane ku wê HDP di 27'ê îlonê de aşkera bike ji dane û peyamên ku di salekê de li qadê hatine berhevkirin pêk tê. Partî, amadekarî dike ku hesabê hejmarî yê dengan derbas bike û rêya qezenckirina hêzên demokrasiyê xiz bike.
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan bang kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza girtiyan û têkoşîna hevpar bê mezinkirin û wiha hat gotin: "Em amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin."