Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, di hevdîtinên budçeya Wezareta Karên Derve de daxwaz kir ku angaştên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve bên lêkolînkirin.

Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir

Endam û rêveberên HDP’ê li gelek navendan “Darbeya Siyasî” ku di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî siyasetmedarên HDP’ê pêk hat, bi daxuyaniyên girseyî şermezar kir. Rêveberên HDP’ê gotin “Kesên di bêçareseriyê de israr dikin bêçare mane. Lê partiya me li ser piyan e.”

Sancar: HDP bûye hêza diyarker
Sancar: HDP bûye hêza diyarker

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku şer û xizanî yekser bi hev ve girêdayî ne û got ku qebûlnekirina şer wê dawî li talankirina aboriyê bîne. Sancar, destnîşan kir ku li gel her tiştî jî HDP mezin dibe û bûye hêza diyarker.

Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê

Di hevdîtinên budçeyê yên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de bi hinceta ku li dijî Destûra Bingehîn e pêşniyaznameya HDP'ê ya ji bo "zimanê zikmakî" nekirin kirariyê.

Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin
Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku hevdîtina di navbera Erdogan û Biden de pêk hatiye bi awayekî berovajîkirî hatiye nîşandan û wiha got: “Cihê çareserkirina pirsgirêkan Meclis e. Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin.”

Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, di nav 2 mehên pêş de çaremîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne.

HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir

HDP'ê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, bi dovîzên "Ji nukleerê re na" û "ji santralên termîk re na" pêşwazî kir.

DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

DBP'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û banga têkoşîna hevpar kir.

Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin

Nûnerên partiyên sosyalîst, diyar kirin ku îqtidar ji bo li ser pêyan bimîne tezkereyan çêdike û şer dike rojev û li dijî vê bal kişandin ser têkoşîneke "yekbûyî".

Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin

Platformên Jinan ên Tarsûs û Mersînê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Tarsûsê fihûş li gelek jinan hatiye ferzkirin û ev tişt got: "Heb dane zarokekê wê ji cihê karê wê revandine. Piştre jî dest dirêjî wê kirin e û li qerexê rê berdane."

Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek

Hevberdevaka HDK'ê Esengul Demîr, diyar kir ku tezkereyên şer qrîza li welat bêtir kûr kirine û ev bang kir: "Li dijî boçûna tarî divê hemû muxalîf hêzên xwe bikin yek."

Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li navçeya Wêranşarê de axivî, bal kişand ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe gaza kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Heke îro hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe, ew jî desthilata Erdogan û Bahçelî ye.”

HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, angaştên bikaranîna çekên kîmyewî ku tê gotin Artêşa Tirk di êrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê de bi kar tîne bir rojeva meclisê û pirs kir ku ev mijar tê lêkolînkirin an na.

Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li her kesî kir ku li ber tecrîda li Îmraliyê rabe. Gunay diyar kir ku AKP-MHP sûcdarên şer e û destnîşan kir ku wê komara demokratîk ava bikin.

HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin

HDP’ê xwest ku ferzkirina lêgerîna tazî û îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygûsûz ê dema sewqkirina wî ya Girtîgeha Bunyanê hatiye kirin were lêkolînkirin.

< 135 136 137 138 139 > Rupel 137 / 291