Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
Li Lijneya Giştî ya Meclisê, hevdîtinên tezkereya Iraq û Sûriyeyê dest pê kir.
HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
Parlamenterên HDP’ê li Desteya Giştî ya Meclîsê diwîzên “Tezkere şer e”, “Şer li jinan dide”, “Tezkere xizanî ye” û “Tezkere mafyayê xwedî dike” hildan.
Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku tezkereya derveyî sînor dijminatiya kurdan e û bang li muxalefetê kir û got: “Ên ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd parlamento nîşan didin divê ji tezkereyê re bêjin na.”
Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, diyar kir ku wê CHP ji tezkereyê re bibêje "na".
Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bang li muxalefet kir ku ji tezkereyê re bibêjin “na” û ev tişt got: “Em dixwazin ku şerê 10 sal in li Sûriyeyê didome bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em ê ji tezkereyê re bibêjin na.”
Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin
Hat diyarkirin ku wê di hevdîtina Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî de îlankirina "mirovên nayên xwestin" a 10 sefîran û êrişma muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê axaftin.
Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc
Dr. Arzû Yilmaz diyar kir ku derbaskirina tezkereyan a li ser “PKK’ê û gefa kurdan” a bi rêya parlamentoyê pirsgirêkeke pir cidî ye û wiha got: “Divê mûxalefet li dijî van tezkereyan helwesteke zelaltir nîşan bide û nebe hevkarê vî sûcî.”
Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî belgeya helwesta partiya wan, li Antalyayê bi rêxistinên civakî yên sivîl re civiya. Sancar bang li muxalefetê kir û got: "Ji tezkereya şer re bêjin na."
HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
Şandeya HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana TTB’ê kir. Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fincanci got divê ew hemû bi hev re xwedî li budçeya gel derkevin.
Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku di plansaziya budçeyê de veqetandina ji bo astendaran a ji sedî 2 wek “feraseta îqtidarê ya qencî û sedeqeyê” pênase kir.
Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, ji bo tezkereya şer ku wê bê meclisê muxalefetê hişyar kir û ev tişt got: "Rêzbûna li dû desthilatê wê bi gelên Tirkiyeyê bide windakirin. Her tezkereya şer kişandina avê ya ji bo aşê desthilatê ye."
Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku êrişek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê krîzê kûrtir bike û got: "Divê muxalefet li dijî tezkereya şer a ji Meclîsê re hatiye şandin bibe xwedî helwest."
Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, bi rojeva mijarên rojane û pergala parlamenteriyê ya hatiye xurtkirin serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kir.
Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
Siyasetmedar Alî Yîgît, diyar kir ku bi deklerasyona HDP'ê re helwesta muxalefetê guheriye û lewma divê hemû rêgezên deklerasyonê ji civakê re bên vegotin.
Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdariya heyî xwe ji şer xwedî dike û got: "Eger dîwarekî îradeyê li dijî şer bê danîn, wê dawî li vê desthilatdariyê bê."