Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku nîqaşa '50+1' a di nava Tifaqa Cumhur de ji tirsa windakirinê derketiye û got: "50+1'ê nebe pêwîstî bi MHP'ê jî namîne.”
Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê ku beşdarî civîna "Dema Azadiyê" ya li Misircê bû, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Divê em ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên li ser çand, huner û zimanê kurdî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê û got: “Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin û dijminatiyê bikin, ketine pêşbaziyê.”
‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
Hevberdevkê Komîsyona Koçberiyê û Penaberan a HDP'ê Velî Saçilik, destnîşan kir ku Tirkiyeya ku penaberan dibe ser sînor û siyaseta şer dike, du caran berpirsê krîza li sînorê Belarûsê ye.
Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Sêrtê di hevdîtinên "Dema Azadiyê" de diyar kir ku di şexsê Ocalan de hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye.
Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
Gulîzar Bîçer Karaca ya CHP'yî ku daxwaza edaletê ya malbata Senyaşar anî Lijneya Giştî ya Meclîsê wiha got: “Deng bidin qêrîna edaletê û bila demildest edalet pêk were.”
SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
Hevserokên Giştî yên SES’ê Selma Atabey û Husnu Yildirim, bi Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç re li Meclîsê hevdîtin kirin.
Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
Rojnameya Yenî Yaşamê bêyî ku hêcetekê nîşan bidin ji sepana beşa çapemeniyê ku ji bo personel û parlementeran, li Meclîsê hatiye avakirin, hat rakirin.
Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag ku ji Wezîrê Edaletê pirsa berdana cerdevan Mahmut Karaaslan û kurê wî Sîdar Karaaslan ên kujer kir û diyar kir ku cerdevanên sûc kirine bêceza hatine xelatkirin.
Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar diyar kir ku li derveyî Tirkiyeyê jî erdnîgariya Kurdistanê tune ye. Akar li ser pirsa "Baş e ma Kurdistana Iraqê tune?" ya Garo Paylan, bêdeng ma.
Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku gel wê desthilatdariyê ji AKP-MHP'ê bistîne û ev tişt got: "Ev yek jî bi mezinkirina têkoşînê dibe."
Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî îqtîdarê ya ku li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne da û got: “Em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin.”
Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervîn Bûldan, di kongreya partiya xwe ya Amedê de diyar kir ku desthilat êdî demên xwe yên dawîn dijî û ev tişt got: "Wê qet hêza tu kesî têr neke ku me ji vê xakê bibin."
HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
Rêxistina HDP'ê ya Amedê, bi şîraa "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" 3'emîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe.
Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
Hişyar Ozsoyê HDP'î anî ziman ku ji bo penaberên li sînorê Belarûs-Polonyayê hin hewldanên wan hene û têkildarî meseleya ku penaber bi balafirên THY'ê tên veguhastin jî got: "Ev angaşt hingî xurt in, tê gotin dibe ku seferên THY'yê yên ber bi Yekîtiya Ewropayê ve bên astengkirin."