Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Ev şer darbeyek mezin li tifaqa gelê kurd û statûya Başûrê Kurdistanê dixe. Divê gelê Başûr û hemû partî û sazî û rêveberiya Başûr li ber vî şerî rabin."
Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku mebesta Tirkiye, NATO û PDK ya ji êrişa dawî ew e ku têkoşîna gelê kurd bişikînin û wiha got: “PDK’ê dijminatiya xwe ya li gelê kurd îlan kir. PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê.”
Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktidarê li dijî Herêma Kurdistanê ne operasyona derveyî sînor, polîtîkaya şer ku dixwaze xwe pê li ser pêya bigire daye destpêkirin û dixwaze herêmê di nava şer de bihêle.
Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
Meclisa Partiyê ya HDP'ê, ji bo êrişa ku li dijî Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin got ku yek ji êrişên 40 sal in berdewam dikin û neçareseriyê kûrtir dikine û ev daxuyanî da: "Ev şer ne ji bo selametiya welat ji bo selametiya AKP-MHP'ê ye."
Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li welêt polîtîkaya tecrîdê ye û got: "Wê polîtîkaya şer çi li vî welatî zêde bike? Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, derbarê operasyona li dijî başûrê Kurdistanê de ev tişt got: "Rêya veşartina ser birçîbûn, xizanî, bêkarî û cinayetan xistina dewrê ya polîtîkayên şer e. Sedama vî şerê neçarserkirina krîza navxweyî ye."
Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku aqûbeta AKP’ê jî dê ji aqûbeta desthilatdariyên ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikirin û hewl didan siyaseta demokratîk tesfiye bikin cudatir nebe û wiha got: “Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye.”
Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî opeasyonên li dijî partiya wan da û got: “Desthilatdariyê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî alîkarî da kesên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. DAIŞ, têk çû û gelê Kobanê bi ser ket.”
Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî zextên li ser partiya wan û mirinên li girtîgehan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê armanca desthilatdariyê ya ji operasyonên qirkirina siyasî hasil nabe.
Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu, tundiya polîsan a li Dêrsimê kiribû, bir rojeve Meclîsê.
Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç wêneyên serdegirtina avahiya HDP’ê ya Cizîrê nîşan da û wiha got: “Ev çi barbarî ye wiha? Hûn nikarin vîna gelê ku qada Newroza Cizîrê dagirtî bişikînin.”
'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy mirina bi guman a girtî Mehmet Sevînç bir rojeva Meclisê û vê pirsê kir: “Gelo şûştina cenaze qedexe ye?”
Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku niha dem dema HDP’ê ye û got: “Em ê di hilbijartinê de vê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin. Niha dem dema rêya 3’yemîn e.”
Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku hewceye demokrasiya herêmî li dijî otorîterîtiyê bê xurtkirin û wiha got: “Çawa ku têkoşîna herêmî hêza bingehîn a Tifaqa Demokrasiyê be, demokrasiya herêmî jî dilê demokrasiya pêşketî ye.”
Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê krîza heyî girantir dike û wiha got: “Bi milyonan kesan got ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd, Îmrali ye. Gel li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ye.”