‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’

Seroka Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren got ku êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê di esasê xwe de li dijî hemû gelan tê kirin û divê li dijî şer têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş, fikra komara demokratîk e.

Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku sedema sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê, dijminatiya desthilatdariyê ya li hemberî kurdan û polîtîkaya şer e û wiha got: “Projeya ku Ocalan pêşkeş dike, ji bo gelên Rojhilata Navîn û kurdan projeyeke demokratîk e. Baş e hûn li dijî çi tiştê vê projeyê ne?”

Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin

Erdogan got ku: "Em nikarin danekirinen Swêdê ên li dijî me dane sepandin ji bîr bikin. Tu îzaha vê yekê tune ye."

Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku Tirkiye wê di êrişên xwe de bi Zap, Metîna û Avaşînê sînordar nemîne û got: "Di 2023'yan de sedsala tifaqiya Lozanê li pêşiya me ye. Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala ji nû ve sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe."

Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, diyar kir ku armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e û bang li PDK'ê kir ku li hemberî polîtîkayên "dagirkeriyê" bisekine.

Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başurê Kurdistanê nirxand û got: “Em dikarin êrişên li ser destkeftiyên kurdan bi berxwedan û yekrêziyê têk bibin.”

Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari paşperdeya polîtîkayên Tirkiyeyê yên dij kurdan û helwesta wê ya li hemberî penaberan nirxand û got: "Tirkiye bi guherandina demografiyê re dixwaze li sînorên çêkirî kemerek erebî ya di bin serweriya xwe de çêbike. Ev ji bo gelên herêmê talûke ye."

Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir

Parlamentera CHP'ê Nûrhayat Altaca Kayişoglû, qedexekirina konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan li meclisê bi strana 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir.

Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî êrişa li dijî merasîma cenazeyê siyasetmedara kurd Aysel Dogan da û got: “Vê îktidara ku dijminê kurdan e divê baş bizanibe, hûn ê bi zilma xwe negihîjin tu encamê. Wê ziman û çanda me her azad be.”

Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre

Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan, provokasyona wezîrê karên hundir û waliyê bajêr bû û wiha got: “Heke Soylu li terorîstekî bigere, bila li xwe binêre.”

Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin

Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî di çarçoveya hevdîtinan de çûbûn Iraqê. Parlamenteran diyar kir ku Tirkiye û hêzên emperyalîst ji bo ku bêîstîkrariya li herêmê zêde bikin dest bi êrişan kirine. Uca, wiha got: “Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin.”

Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin

Mahafûz Guleryuz di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û diyar kir ku bi Rêya Sêyemîn dikare hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Guleryuz, her wiha bang li hêzên demokrasiyê kir ku di bin sîwana Rêya Sêyemîn de yekitiya xwe ava bikin.

Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel di Konferansa Herêma Serhedê ya partiya xwe de axivî û got: “Divê tecrîd bê rakirin û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Azadiya Ocalan azadiya kurdan e.”

Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin

Gunay, di civîna heftane de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Helwesta ku PDK tê de ye, dilê kurdan diêşîne. Em bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; werin dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin.”

Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktidarê polîtîkayên aloziyê û tirsê ji nû ve xistiye dewrê û got: “Wê bi ser nekevin. Me baweriya ku em ê wan têk bibin mezin kiriye.”

< 119 120 121 122 123 > Rupel 121 / 291