Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir
Parlamenter Meral Daniş Beştaş cilên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji aliyê Girtîgeha Xarpêtê ve hat qedexekirin li xwe kir û got: “Îdareya girtîgehê gotiye, ‘em van rengan bernadin hundir’. Gelo dibe ku li welatekî reng bên qedexekirin, nayê qedexekirin.”
Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser daneyên enflasyonê yên di demên dawî de hatine parvekirin û wiha got: “Dema me têkoşîna heq û edaletê û têkoşîna kar û azadiyê kire yek, wê demê em ê vê pergalê biguherînin.”
Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
Di Doza Kobanê de hin gilîkerên ku li bajarên cuda bi telîmatê îfadeyê wan hatiye girtin di pergala ÛYAP'ê de bêyî ku dozname bê vekirin beyanên wan hatine girtin. Parêzer Alî Bozan, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike."
HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê ji bo ku her 3 heyvan carekî kêmtirîn heqdest bê guherandin, teklîfa qanûnê da Serokatiya Meclisê.
Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku Newroza 2022’yan tifaqa kurdan nîşan da û got: “Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nebe parçeyek plana AKP-MHP’ê û pişta xwe nede gelê kurd.”
Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
Partiyên siyasî ku li ser banga HDP'ê ji bo têkoşîna hevpar hatibûn gelhev, ji bo qanûna hilbijartinê daxuyanî dan û qanûnê antîdemokratîk û li dijî hiqûqê dîtin û ev peyam dan: "Em ê li qadê bi hev re têkoşînê mezin bikin û bidomînin."
Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
Hevşaredara Licê Rûken Yilmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin got: "Bila şaredarî yên wan bin. Em ê tim li qadan bin."
Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û got: “Bi milyonan kes xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
Ciwanê bi navê Muharrem Aksem li cihê perwerdeyê yê polîsên tîmen taybet kuştî hatibû dîtin. Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîogu kuştina Aksem ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu pirsî.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevîHevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HD’P’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku wan çawa bendava hilbijartinê derbas kir ew dê bendavên li pêş aştiyê jî rakin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku Newroz ji bo gelan bû hevî.
Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
Koma HDP'ê ya Meclisê, 2 roj piştî pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li hev civiya û geşedanên rojane, siyasî û nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir.
‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
Nûnerên Tifaqa Kurdistanî diyar kirin ku di qadên Newrozê de bi milyonan kesan banga yekitiya neteweyî kirin û wiha gotin: “Yên ku van peyamên Newrozê jinedîtî ve tên dê nekarin hebûna xwe bidomînin.”
Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku di pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestiye û wiha got: “Heke partiyên muxalîf ji van peyaman bo xwe dersan negirin, dê aqûbeta wan jî mîna ya desthilatdariyê be.”
Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tekildarî pîrozbahiyên Newrozê de ev peyam parve kirin: “Em spasiya milyonan kesên ku li ruhê Newroza 2013’an û Deklarasyona Dolmabahçeyê derketin dikin.”
Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kir, bir rojeva Meclisê.