Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, teklîfa qanûnê ya hilbijartinê ya AKP û MHP’ê weke lîstikeke endezyariyê pênase kir û wiha got: “Ev hewldan, hewldanên vala ne. Dê ev hesab, li dîwarên HDP’ê bieliqe.”
Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan heman pirsgirêk in û wiha got: “Pêdiviya jinan bi yekitî û yekhelwestiyê heye. Heke em xwedî li hev derkevin û hêza xwe bikin yek, em ê bikarin li dijî vê zîhniyetê têbikoşîn.”
HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku ji bo başkirina şertên kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn dane meclisê û ev tişt got: "Bila kes neçe, em ê li vir tev bi hev re têkoşînê bidomînin."
Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu îro hate Amedê. Kiliçdaroglu di serdanê de wiha got: “Haya min ji pirsgirêkên we heye. Ez ê teqez aştiyê bînim vî welatî. Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima xelkê herêmê deng nade me.”
Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.
Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku Tirkiye ber bi felaketekê ve tê birin û got: “Em ê xebatên xwe yên Tifaqa Demokrasiyê bileztir bikin. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”
Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku dewlet di mijara pirsgirêka kurd de li gorî kevneşopiya xwe tevdigere û wiha got: “Her tim hewl didin ji demê re vehêlin. Ev stratejiya wan e. Lê ev zîhniyeta ku dibêje; ‘gelo em ê bikarin bi vê stratejiyê 3,5,10 salan paşve bixin’ neçarî têkçûnê ye.”
Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya HDP’ê ya Dîlokê de diyar kir ku AKP bi hevkariya Amerîka û NATO’yê êrişên xwe yên derveyî sînor didomîne û got: “NATO ji we re çareseriyê nayine. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye.”
Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekoz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe.”
Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê, ji bo kongreya xwe ya ku wê di 6'ê adarê de li dar bixe bang kir.
HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
HDP û HDK’ê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî cotstandartiya welatên ewropî ya li hemberî penaberan da û xwestin ku deriyên xwe bo hemû penaberan vekin.
Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun diyar kir ku di demên pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
Rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê Semra Guzel, li gelek bajaran hate protestokirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rakirina parêzbendiya Guzel weke dijminatiya desthilatdarî û partiyên muxalefetê ya li dijî kurdan pênase kir.
Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
Siyasetmedaran di salvegera 28’emîn a darbeya 2'ê Adara 1994'an de ku bû sedema binçavkirina mebûsên DEP'ê, diyar kirin ku piştî rakirina parêzbendiya mebûsa HDP'ê Semra Guzel jî darbe dewam kiriye û gotin: "Dema mijar dibin kurd, ti ferqa AKP, MHP, CHP û Partiya Îyî ji hev tune ye.”
HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 28’emîn salvegera darbeya 2’yê adara 1994’an a li dijî DEP’ê de bi heman gotin û hincetan niha jî parêzbendiya parlamenter Semra Guzel hatiye rakirin. HDP’ê destnîşan kir ku serkeftin dê ya wan û têkçûn jî para darbekaran be.