Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn

Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar pirsîn.

Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo Serokkomarê Iraqê yê nû Latîf Reşîd peyama pîrozkirinê weşand û Reşîd pîroz kir.

Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da
Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dema rozeta AKP’ê bi parlamenter Mehmet Alî Çelebî ve dikir, bi van gotinan dijminatiya xwe ya li kurdan anî ziman: “Zarok pir girîng in. Em ji xwedê bixwazin. Her PKK’iyekî 5 zarok, 10 zarok, 15 zarok hene.”

‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku ‘7’emîn Hevdîtina Aliman’ a li Amedê hate lidarxistin li dijî Rêya Sêyemîn pêngaveke tê pêşxistine û xwest ku li dijî vê yekê helwest bê nîşandan.

Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî gotina Erdogan ku ji bo komkujiya li Bartinê digot; “Şukir ku hêj 24 saet bi ser re derbas nebûyîn me 41 şehîdên xwe derxistin” da û ev tişt anî ziman: “Belê rast e, hêj 24 saet derbas nebûbûn ku we zîhniyeta xwe ya rasteqîn nîşan da.”

Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku budçeya sala 2022’yan budçeya têkbirina îktidarê bû û wê budçeya 2023’yan bibe budceya xatirxwestina îktidarê.

DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne

DBP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye birîn da û wiha got: “Em bi sekna Leyla Guven re ne ku ji bo azadiya jinê têdikoşe.”

Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku jiyana AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye û wiha got: “Ev qeder nîne, komkujî ye. Em tevek jî dizanin ku ev komkujî, encama sersariyê ye.”

Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê

Di Kongreya Partiya Çep a Kesk de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê hat kirin û peyama “Em ê bi ser kevin” hat dayîn.

Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di avakirina partiya xwe ya Îdirê de axivî û destnîşan kir ku Ocalan di rola ji bo çareseriyê de aktorê sereke ye û ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin

HDP'ê ji ber karesata li Amasrayê şahiyên pîrozbahiya salvegera xwe ya 10'emîn betal kirin.

Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, êrişa li dijî parlamenteran weke dijminatiya li kurdan pênase kir û wiha got: “Ev welêt, neçarî AKP û MHP’ê nîne. Li vî welatî hêzên demokrasiyê hene, Tifaqa Ked û Azadiyê heye.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bal kişand ser serdana CPT’yê ya li Îmraliyê û wiha got: “CPT’yê fikarên me zêdetir kirin. Divê CPT rapora xwe di zûtirin demê de parve bike. Ji ber ku fikarên me roj bi roj zêdetir dibin.”

Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî gotinên Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney da û wiha got: “Sefîr bi van axaftinên xwe li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine.”

Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî êrişa ser parlamenterên HDP’ê da û wiha got: “Di bingeha êrişa hovane ya ser Habîp Eksîk û hevalên me de, dijminatiya li hemberî kurdan heye. Ji têkoşîna gelê kurd ditirsin lewma ewqas bi hovane êriş dikin.”

< 107 108 109 110 111 > Rupel 109 / 291