‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de gelek tiştên ji hilweşandina AKP'ê wêdetir dîtine û wiha got: "Tifaq xwedî roleke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike."

Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran êrişên pergala Îranê yên li dijî xwepêşandanan şermezar kir û wiha got: "Di serî de jinan, gelê Rojhilat û Îranê ku ji bo demokrasî, azadî û guhertinê li Îranê têdikoşin û bi rojan e li kolanan e silav dikim."

‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’

Berdevka Demê ya SMF’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê pêşengtiyê ji dînamîkên civakî re bike û wiha got: “Di demekî nêz de Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe.”

Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay êrişên rejîma Îranê yên li dijî gel şermezar kir û wiha got: “Îran çi dike bila bike, dê nekare bi êrişên xwe rê li ber gelekî bi daxwaza azadiyê rabûye ser pêyan bigire. Dilê me bi kesên li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin re ye.”

Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî miameleya xerab a li Semra Guzel a HDP’î hatiye kirin pêşnûmeyek dabû Meclisê lê pêşnûmeya wî lê hatibû vegerandin. Gergerlîoglû bertek nîşan da û wiha got: “Gelo ma li vî welatî qedexeye ku mirov bipirse bê ka Suleyman Soylu dê îstîfa bike yan na?”

HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan li Rihayê bi STO’iyan re civiya û wiha got: “Em siyaseta Rêya Sêyemîn dikin. Yek ji tiştên bingehîn ku em hîn bûyîn ew e ku çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e.”

Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê berfireh bikin bi vê tifaqê bi sînor namînin û bi lêv kir ku wê bi gelê kurd re “Tifaqeke Kurdistanî” ya mezin ava bikin.

Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Semsûrê çû serdana esnaf û kedkarên tûtinê.

Sancar: Em hêvî û alternatîf in
Sancar: Em hêvî û alternatîf in

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê bikin navnîşana têkoşîna hevpar û ev tişt got: "Tifaqa Ked û Azadiyê dest bi rêwitiya xwe kir. Em hêvî û alternatîf in."

Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve

Tifaqa Ked û Azadiyê di deklarasyona xwe de bal kişand ser pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê û wiha got: “Têkoşîna hevpar dê bibe meşek ku ber bi demokratîkbûnê ve gav bên avêtin.”

HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin sembola berxwedanê ye û wiha got: “Em piştgiriyê didin serhildana jinan a li Rojhilat mezin dibe û dibêjin serhildana we serhildana me ye. Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn.”

Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylon ê ku li Sûrê avahiyên dîrokî lê hatin hilweşandin û şûna wan avahiyên weke girtîgehê hatin çêkirin lêkolîn kir û got ku tiştên li navçeyê hatine kirin xiyaneta li dîroka Amedê ye.

DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin

DBP’ê bi daxuyaniyekê gelê Rojhilat silav kir ku li dijî qetilkirina Mahsa Amînî derketin kolanan û li dijî rejîma Îranê çalakiyên protestoyî li dar dixe. DBP’ê diyar kir ku li dijî hemû êrişên ser jinan bersiva herî xurt, bi bihêzbûna têkoşîna azadiyê ya jinan pêkan e.

‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’
‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’

Endama Lijneya Rêveber a ATO’yê Ayşe Ugurlu da zanîn ku li Enqereyê bi darbeyeke sivîl re peymanên navneteweyî û mafên demokratîk hatine binpêkirin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku ew van zextên li ser derdorên muxalîf ên civakî qebûl nakin.

Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke
Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku partiyên muxalefetê dixwazin serdemên tarî yên salên 90’î dîsa vegerînin û wiha got: “Bila kesek li ser kurdan hesaban neke.”

< 109 110 111 112 113 > Rupel 111 / 291