Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
Derheqê parlamenterên CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Seyît Torun û Tûran Akdogan de fezleke hatin amadekirin û ji Wezareta Dadê re hatin şandin.
Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
MYK’a HDP’ê ber bi sedsala duyemîn a komarê ve biryar da ku “Konferansa Komara Demokratîk” li dar bixe.
Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
Cîgirserokên Koma HDP’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî pêşniyazname dabûn Meclisê û bi hêceta “mijarên nayên pirsîn” li wan hat vegerandin.
Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
Parlamenterê HDP’î Kemal Bulbul diyar kir ku AKP hewl dide hemû pêvajoyên civakî, exlaqî wekhevî yên derheqê baweriyan de tune bike û wiha got: “AKP dixwaze bi zîhniyeta ‘bêlewî’ qeyûm tayînî elewîtiyê bike.”
MYK’a HDP’ê dicive
MYK’a HDP’ê ji bo polîtîkaya xwe ya têkildarî nîqaşên Qanûna Bingehîn diyar bike, dicive.
12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê dema xwe ya wezîfeyê ji bo çar salên din dirêj kir. 12 parlamenterên ku bertek nîşanî dirêjkirina dema parlamentoyê dan, diyar kirin ku dê nebin beşeke derqanûntiya hikûmetê û îstîfa kirin.
HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
MYK’a HDP’ê bi minasebeta salvegera opeasyona qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdarê daxuyaniyek da û da diyar kir ku bi hewldana 4’ê Mijdarê xwestin vîna gel bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa wan bigirin.
Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
Di budçeyê de ji bo parastin û ewlehiyê 470 mîlyar lîra hat veqetandin, daxwaza HDP'ê ya ji bo zêdekirina budçeya Wezareta Perwerdeyê ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi 10 mîlyon lîreyî nehat qebûlkirin.
Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku demokratîkkirina komarê yek ji armanc û stratejiya partiya wan e û wiha got: “Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re heye.”
Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî nîqaşên makeqanûna nû axivî û wiha got: “Hûn neçarin ku makeqanûneke wisa binivîsin ku hemû bawerî, çand, nasname û zimanê dayikê bi têgehên herî xurt tê de hatine nivîsandin.”
Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, wê serdana Tirkiyeyê bike.
Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
Civîna Komîsyona Jêr a ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hatibû avakirin, ji bo 8’ê mijdarê hat taloqkirin.
Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku girtina rojnamegeran êrişeke li dijî azadiya mafê agahîgirtinê ye û wiha got: “Rojnamegerên hatine girtin rûmeta Çapemeniya Azad û demokrasiyê ne.”
Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
Parlamenterê HDP’î Abdûllah Koç destnîşan kir ku AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin û got: “Desthilata AKP'ê û MHP’ê êdî winda kiriye.”
Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana Gulser Yildirim a ku hatibû berdan kirin.