HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
Koma Parlamentoyê ya HDP’ê ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya û wêneyên Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîn ku rastî êrişa polîsan hatibû danîn pêşiya Serokatiya Meclisê.
Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Gire Spî daxuyanî da û diyar kir ku dê herêmên dagirkirî ji dagirkeriyê rizgar bikin. Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî kir ku bi erka xwe rabin.
HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
HDP’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin. Heta ku tecrîd neyê rakirin, dê civak nekare bêhnê bistîne û ji vê dorpêçê derkeve.”
Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç anî ziman ku têkoşîna kurdan bihêztir bû û got: “Di Komploya 9’ê Cotmehê de armanc tesfiyekirina siyaset û têkoşîna kurdan bû, lê bi ser neketin.”
Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan civiya.
HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren, 7 TÎP’iyên di Komkujiya Bahçelîevlerê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn û diyar kirin ku wan ne kujer û ne jî kesên kujer parastin ji bîr nekirine.
Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku partiya wan ji bo nîqaşên makeqanûnê vekiriye û wiha got: “Desthilatdar li pey rojevên cuda ketiye. Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê makeqanûneke demokratîk bîne vî welatî.”
Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişeke li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd e û wiha got: “Dixwazin encamekî bi dest bixin lê gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dikin.”
Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Qersê axivî. Sancar diyar kir ku komara ku ber bi sedsala duduyan ve diçe dê bi rêya sêyemîn demokratîk bibe û got ku divê tifaqa HDP'ê jî mezin bibe.
Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku zîhniyeta Jîna Amînî qetilkirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyetin û wiha got: “Ji têkoşîna jinan ditirsin lê belê dê ev tirs nekare pêşî li dawiya wan bigire.”
Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji bo azadiya girtiyên nexweş pêşniyara avakirina komîsyonê kir û wiha got: “Bêguman di navenda vê tecrîda de ku tevahiya welêt dorpêç kiriye, pergala tecrîdê heye. Welêt, civak, edalet, hiqûq û azadî bi temamî di tecrîdê de ne.”
Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
Parlamenterên HDP’ê bi mebesta rakirina tecrîdê, ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Li Tirkiyeyê tecrîd û îşkence heye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.”
Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê dakeve qadan, dê li Tirkiyeyê pêşî li ber guherînê veke û wiha got: “Dê hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê bihejîne. Heke tifaq berfirehtir bibe, dê di hilbijartinê de bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigire.”
Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
Zanîsta Siyasetê Eren Aksoyoglû diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê biaqil tevbigere dikare di jinûve avakirina Enqereyê de rolê bigire û da zanîn ku sedemê bertekên rastgirên tirk ji ber “avakirina alternatîfa înşayê ya hêzeke derveyî pergalê ye.”
Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Serdema 27’emîn a Meclisê bi rûniştina taybet a li Desteya Giştî dest pê kir.