Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
Li gor daneyên Meteorolojiyê, barana şid a ku dawiya hefteyê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dest pê kiribû, dê ji sibê ve li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.
Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
Lijneya Tahkîmê ya TFF'ê, itiraza li du car cezayên pereyî yên ji ber reklama kurdî li Amedsporê hat birin, qebûl kir û biryar da ku serlêdanê vekole.
Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê Emîne Erkuş diyar kir ku divê aştî bi avakirina gorên hatine bomberankirin ve bê destpêkirin û got: “Dewleta ku bi Kurdên mirî re li hev neyê dê bi yên zindî re çawa li hev were?”
'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
Hevberdevkê Rêxistinê yê Stenbolê yê DEM Partiyê Çetîn Yildiz got ku di kampanyaya "Ez aştiyê dixwazim ji ber ku" de daxwaza zimanê dayikê, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û daxwaza aştiyê derketine pêş.
‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
Rojnamevan Mervan Ozdemîr destnîşan kir ku aloziya li Herêma Federal a Kurdistanê bûye sedema koçberiyê, rexmê ku nêzîkî salek di ser hilbijartinê re derbas bûye jî û got: "Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrariyê dibin sedema koçberbûna nifşekî ji welatên xwe."
Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
Bi sedan kes çûn serdana şîna endamê HPG'ê Erkan Bûlûş û endamê QSD'ê Suphî Bûmîn ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
Pêkhateyên Demokrasiyê yên Ayranciyê bi boneya 10'emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê bernameya bîranînê li dar xistin. Şahidên komkujiyê û kesên di komkujiyê de birîndar bûn jî tevlî bernameyê bûn.
Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hejmar 1 a Afyonê hat berdan, got: "Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e."
'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
Platforma Şiyar Be ku li hember tiryak û hişbirê têkoşîn dide li Şirnexê hat avakirin.
Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di salvegera qetilkirina wê de li cihê ku lê hatî qetilkirin, hat bîranîn û soza berdewamkirina têkoşîna wê hat dayîn.
ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê, Nûnertiya Geverê û xizmên windayan li aqûbeta Feysel Aslan, Vahit Narîn û Yilmaz Gumuş ên ku di salên 1990'î de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, li aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di binçavan hat windakirin pirsîn û gotin: "Tevî guhertinan ên 31 salan, eqûbeta Tûrgût Yenîsoy hîn jî ne diyare û sûcdar ji ber ku daraz erka xwe pêk nayne nayên darizandin."
DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
DFG ku di salvegera qetilkirina wê de Nagihan Akarselê bibîr anî, xwest ku hêza li pişt kesên Nagihanê qetil kirine bê eşkerekirin û darizandin.
Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
Girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê girtiye, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navînê ji ber polîtîkayên DYE’yê û hevalbendên wan di bin zextê de ne.