Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
Şewata ku di zeviyên gundên navbera navçeyên Artûklû û Şemrexê derket, hat kontrolkirin.
Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
Berdana girtî Seracettîn Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin. Berdana Yuksekbag berê jî 6 meh hatibû taloqkirin.
Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan.
Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
Şeniyên gundê Tobiniyê ku agir bi gundê wan ketiye diyar kirin ku agir ji ber trafoya DEDAŞ'ê derketiye û gotin ew ê giliyê DEDAŞ’ê bikin.
Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
Wezîrê Dadê ragihand ku têkildarî şewata li Çinarê ûŞemrexê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li Erxeniyê di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Gundiyan û tîmên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin.
Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
Şêniyên li herêma şewata li Çinarê û Şemrexê ji bo tedawiya sewalên xwe bang li beytarên dilxwaz kirin.
Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
Li Çiyayê Mawa operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hat zanîn ku di şerê qewimî de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.
Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Amedê bi rêya peykê li herêma şewatê tespît kir û li gorî vê lêkolînê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye.
Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
Hasan Abî yek ji şahidên şewata li Çinarê û Şemrexê ye û got: “Şewat ji ber çirûskên têlên ceyran derket. Heke mudaxile zû bihata kirin wê ewqas mirovên me nemirina.”
DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
DEM Partiyê têkildarî şewata li Şemrex û Çinarê daxuyaniyek da û got: "Vê karesatê careke din nîşan da ku desthilatdarî û dewlet di dema felaketê de ne bi gel re ye."
Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
Baroya Amedê têkildarî şewata li gundên Çinarê û Şemrexê rû da, der barê berpirsiyaran de gilî kir.
Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê zorê li girtî Naîf Îşçî kir ku qenata xwe ya der barê Abdullah Ocalan de rave bike. Lewma berdana Îşçî 3 meh hat taloqkirin. Îtaraza li dijî biryarê hatibû kirin jî hat redkirin.
Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
Şewata duh bi şev di navbera navçeyên Çinarê û Şemrexê de rû da, hat vemirandin û li herêmê xebatên sarkirinê didomin. Bi hezaran donim erazî şewitî.
Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
Wezîrê Tenduristiyê têkidlarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku 5 kes canê xwe ji dest dane, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûne.