Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 209’emîn de berdewam dike.
'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
Rêveberê MED TÛHAD-FED'ê Sedat Esîn, bal kişand ser çalakiyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin û got ku heya tecrîd ranebe wê têbikoşin.
Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan a di şerê li Çiyayê Mawayê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Basa di dorpêça polîsan de hat veşartin.
Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
Duh bi şev li herêma Omeriyan a Mêrdînê şewat derketibû û di encama mudaxileya gundiyan de şewat hat kontrolkirin û vemirandin.
Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
Hejmara kesên di şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 13 kesan.
Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12 kesên di şewata li Amedê û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.
Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata di navbera Amed û Mêrdînê derket de gihaştiye 12'an.
Nobetên li ber şaredariyan didomin
Di çalakiyên nobetên yên li ber şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de li dijî desteserkirina vînê tên lidarxistin de peyama wê têkoşîn bidome hat dayîn.
Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
Cenazeyên Şakîr Erdemcî û Zeynep Ozkanê ku li herêma Mawayê ya Heskîfê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneyê hatin girtin.
4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Çinar û Şemrexê bi beşdarbûyîna bi sedan kesî hatin definkirin.
Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî li ber girtîgehan hatin destpêkirin, peyama "Heya tecrîd ranebe em ê bitêkoşin" hat dayîn.
Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê Saît Yetkiner jiyana xwe ji dest da.
Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
Hejmara qurbaniyên di şewata li Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. 78 kes jî birîndar bûne.
Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
Hasan Demîr ê duh bi şev di bobelata şewata li Çinar û Şemrexê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.