Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê de, 4 ciwanên ku xwestin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin îşkence kirin û ew dersînor kirin.
Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
Herêma Dola Qeşûrayê ku di navbera Qileban û Elkê de ye, heya 15 rojan wekî "herêma ewlehiya demborî" hat îlankirin.
Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
Li ser rêya Amed-Mêrdînê trênê qeza kir. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Li Qabilcewazê mirineke biguman
Li Qabilcewazê zaroka 17 salî Ç.C. bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hûrguliyên mîtînga ku dê li dijî tayinkirina qeyûm li dar bixin, eşkere dikin.
Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
Karkerê bi navê Nezîr Ozdemîr dema karê sondajê dikir di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 36 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn.
'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
Parlamenter Newroz Uysal diyar kir ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtina bi malbatên girtiyan re têkildarî çareseriya pirsgirêkan tu dîrokek nedaye destê wan.
Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
Kesên li Qada Şîşhaneyê li dijî qeyûmê ku tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew ê nehêlin vîna gel vê xespkirin û bang li her kesî kirin ku li dijî pêkanînên antîdemokratîk dakevin kuçeyan û deng derxin.
Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 207’emîn de berdewam dike.
Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi nexweşiya giran Yildirim Han ku ji bo dermankirinê ew şandin Enqereyê, jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
Rojnameger Bêrîtan Zagros bi lêv kir ku dewleta tirk bi daxwaza PDK'ê dagirkeriya li herêmê bi bêdengî dide meşandin û got ku ji Şemzîzanê heta Avaşînê leşkerên tirk bi cih kirine. Her wiha Zagros diyar kir ku hêzên Iraqê jî li herêma şer hatine bicihkirin.
Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
Di çalakiyên nobedê de ku li dijî binpêkirina vînê hatin destpêkirin, di roja 16'an de dewam kirin.