Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!

Dayika Medenî Yildirim, Fahriye Yildirimê destnîşan kir ku kujerên kurê wê serbest hatine berdan û got: "Kesên ji bo mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn."

Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 214’emîn de didome.

Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew di warê pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bi biryar in û got: "Me dît ku gelan bi qasî kurdan xwedî li birêz Ocalan derketin. Xeta têkoşînê ya ku me ava kiriye her diçe mezintir dibe."

ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn

Li herêma Komate ya navçeya Elkê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran hat destpêkirin. Bi hezaran darên hatine birîn bi traktoran li ber kuleyên leşker û cerdevanan tên komkirin.

Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir

Şandeya DEM Partiyê ya ji endamên hilbijartî yên ji Wan û Agiriyê pêk tê, li dijî desteserkirina îradeyê li Colemêrgê çalakiya nobetê hate destpêkirin.

Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name

Siyasetmedar Leyla Guven ku di girtîgehê de ye, ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand û di nameyan de diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd demildest bikevin nava tevgerê.

Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê

9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku hatibûn girtin, piştî îdianameya wan ji aliyê 19’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin, bi tensîpê hatin tahliyekirin.

Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn

Di danişîna doza KOmkujiya Garê de ku DAIŞ'ê pêk anîbû û 103 jiyana xwe ji dest dabûn, biryar nehat dayîn û danişîn taloqî 1'ê Tîrmehê hat kirin.

Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû

Li Cizîrê trafo teqiya û di encama teqînê de şewat derket.

Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye

Di doza Komkujiya Garê de malbatan bertek nîşanî şandeya dadgehê dan. Parêzeran jî wiha gotin: “Heke komkujiyek neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye.”

OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû

Şeyma Onal a OHD’î destnîşan kir ku di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît, tundiya fîzîkî û derûnî zêde bûye û wiha got: “Divê tecrîda derveyî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan tê sepandin were rakirin, gav bên avêtin.”

‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!

Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe yê mezi teqawid bû. Li şûna wî jî Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî hate tayînkirin ku weke qeyûm hatibû bajar û weke “Qeyûm Veşarî” yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dihat zanîn.

Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû

Li Başûrê Kurdistanê dîroka hilbijartinên parlamentoyê yên ev 2 sal in tê taloqkirin dê di 20’ê cotmehê bên lidarxistin.

Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Em plansaziya paşeroja xwe bi hev re dikin” dê li pêşiya avahiyê şaredariyê ji sibê pê de rojên gel li dar bixe.

< 775 776 777 778 779 > Rupel 777 / 5.358