Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
Danişîna doza DÎAYDER’ê ku 23 endamên komeleyê tên darizandin, ji ber lêpirsîna nû ya derheqê 4 kesan de hatiye vekirin, hat taloqkirin.
Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
Endamê OHD'ê Baran Çelîk ku tayinkirina qeyûm wekî "xespkirinê" nirxand got: "Qet ne tiştekî hiqûqî ye ku waliyekî tu eleqeya wî bi şaredariyê re tune ye wekî qeyûm bê tayinkirin."
Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Nûrdagiyê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana navçeya Erxeniyê ji ber têlên ceyranê şewat derket.
Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
Welatiyê bi navê Servet Kamiş li navçeya Qereyaziyê hate binçavkirin.
Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
Îbrahîm Eren gotibû ku şewata li ser sînorê Amed-Mêrdînê ji ber têlên ceyranê derketiye lewma ji hêla DEDAŞ’ê ve hedef tê girtin. Eren, wiha got: “Ez tiştên min dîtine dibêjim. Ji bo bêdeng bibim min hedef digirin.”
Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
Tevî ku bi ser karesata kelekê ya ku 61 kesan jiyana xwe ji dest da re 4 sal derbas bûn jî penaber hêj bi heman rewşê re rûbirû dimînin. Endamê ÎHD’ê Hamdî Bayhan wiha got: “Rêwitiya ber bi hêviya ve veguherî trajediyê.
Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
YSK’ê di çarçoveya daneyên nifûsê de hejmara parlamenterên 7 bajaran guhert.
Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
Cenazeyê endamê HPG’ê Basrî Cin ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî heftiyekî li navçeya Silopiyayê hate veşartin.
Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî şewata li Çinarê û Şemrexê ku DEDAŞ bi xemsarî tevgeriyaye li ber DEDAŞ’ê daxuyanî da û got ku ji bo hesab ji xemsaran û kesên berpirsiyariya wan heye were xwestin dê têbikoşin.
SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
Ji rêveberên SODAP’ê Fatma Înce diyar kir ku dê di mitînga li Qada Kartalê de dengê xwe li dijî qeyûm bilind bikin. Ji Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî ev bang kir: “Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin. Em banga mezinkirina têkoşîna hevpar dikin.”
Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
Meteorolojiyê ji bo Behra Reş hişyariya baranê, ji bo Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir.
Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya. Kesek di bin avahî de nema. Hat zanîn ku 3 qatên avahî bi qaçaxî hatine çêkirin.
Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
Operasyona leşkerî ya li herêma Mawayê di roja 10'an de didome. Welatiyên li gundên derdorê diyar kirin ku leşker bi kuştinê gefê li wan dixwin û banga piştevaniyê kirin.
Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel wiha got: “Erdogan ji bo 5 salan hate hilbijartin lê dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin.”