Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt

Nobeda “rêzgirtina ji îradeyê re” li Colemêrgê di roja 3’yemîn de didome. Grûbên ku ji Mûş û Wanê hatin nobedê dewr girtin.

Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket

Têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê îcar jî li herêma Zinnarê rê li ber şewatê vekirin. Dîmenên kêliya ku têlên ceyranê ji hev digirin û çirûska belav dikin hatin kişandin.

CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin

CPT’yê ragihand ku di nava 10 rojên borî de dewleta tirk bi sedan tank û hezaran leşkerên xwe derbasî nava axa Herêma Kurdistanê kiriye û got: “Armanca dewleta tirk gihiştina Çiyayê Heft Tebeq yê li Şêladizê û dagirkirina rêze çiyayê Garê ye. Ev jî tê wateya Herêma Kurdistanê ji sedî 70- 75 sinorê desthilata xwe li Dihokê ji dest bide.”

Li Aldûşê şewata daristanê
Li Aldûşê şewata daristanê

Şewata daristanê ya duh bi şev li navçeya Aldûşê dest pê kir, bi bandora bayê belavî qadeke berfireh bû.

Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
Girtî Esen jiyana xwe ji dest da

Girtî Şefîk Esen, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan

Bariş Kiliç ê 30 sal in girtîbû, ji girtîgehê hat berdan.

Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve

Li Mêrdînê li gelek noqteyan şewat dest pê kirin û ber bi gundan ve pêş dikeve. Şêniyên gundê Rewşadê ji ber şewatê malên xwe diterikînin.

Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin

Tevî ku girtî Adem Er cezayê xwe qedand jî bi hinceta ku nabêje “ez nepoşman im” nayê berdan û cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin.

Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin

Dadgehê sedemên tevlinebûna danişînê yên kesên ji doza Kovara Modernîteya Demokratîk tên darizandin qebûl kir û danişînê taloq kir.

Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin

Duyemîn danişîna doza nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut û 17 jinan hat lidarxistin. Ji bo her 18 jinan biryara beraetê hate dayîn.

Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar

Hate zanîn ku di serdema qeyûman de herî kêm 86 mirovên Galîp Ensarîoglû yê AKP’î di şaredariyên Rezan û Peyasê de girtine kar.

Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Birîndar Gezîcî li Bazîdê dema li qereqolê binçavkirî, bi pensê hatibû îşkencekirin û piştre hatibû girtin. Bi hinceta îfadeyên şahidê nû li dosyayê hatine zêdekirin, danişîna doza Gezîcî hate taloqkirin.

Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir

Rojnameger Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.

Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

Di danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê de biryar hat dayîn ku fermana girtina siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle berdewam bike. Danişîn hat taloqkirin.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

< 773 774 775 776 777 > Rupel 775 / 5.358