Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
Di hevdîtina duh a navbera xizmên girtiyan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rojevê. Lê belê Tûnç tecrîdê înkar kir û hevdîtinê di nîviyê de terikand.
Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
Okan Ozgul li Girtîgeha Bogazliyanê hate sewqkirin û hat îdiakirin di qawîşa 22 kes lê diman de xwe bi darve kiriye. Di lêpirsîna Ozgun de ji 30 gardiyan û girtiyan tenê li 5 kesan hate guhdarîkirin û dosya hate girtin. Malbata Ozgul dibêje ku kurê wan ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîtiyê hedef hatiye girtin.
Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî şewata ku 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest da axivî, diyar kir ku dema qeyûm da şaredarî di bin deynî de hatine hiştin lê ji tu yekîneyan re pere nehatiye dayîn û got: “5 milyar lîre deyn hatiye hiştin lê ji tu yekîneyan re nehatiye xerckirin.”
Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût destnîşan kir ku wan ji bo enerjiyekî baştir û pêşîlêgirtina karesatan, berî niha DEDAŞ’ê hişyar kirine û anî ziman ku wan ji ber aliyê xwe yê bazirganiyê hişyariyan piştguh kirine.
Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 213’emîn de didome.
Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
Cenazeyên endamên HPG’ê Sefer Temel û Yilmaz Sala yên ku di şerekî li navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarên wan hatin definkirin.
Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
Serokê Komeleya Bila Rengên Jiyanê Neçilmisin Osman Tûrgût diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî tiryakê de peywireke mezin dikeve ser milê rêveberiyên xwecihî û got: "Li ber destê me tu dane tune ne ku li Wanê çend kes tên dermankirin. Ji lew re midûriyeta polîsan û Wezareta Tenduristiyê daneyan bi me re payê nake."
Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
Li derdora Bahçeşehîr a rêya TEM’ê rêzeqeza çêbû. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin nirxandin û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bi şêwazên cuda bidomin.
Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
Xizmên girtiyan ku bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Xizmên girtiyan rapor pêşkêşî Tûnç ê ku tecrîdê red kir, kirin.
Huda Kaya hat tahliyekirin
Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatibû destpêkirin hat lidarxistin û Huda Kaya bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hat tahliyekirin.
Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
Li Xarpêtê mêrê bi navê Firat Bûlût, Selen Akpolatê qetil kir û piştre xwe kuşt.
Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
Şandeya ji hilbijartiyên DEM Partiyê yên Wan û Agiriyê pêk hatî, li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê meşek li dar xistin û çalakiya nobetê dan destpêkirin.