Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
Meteorolojiyê di rapora xwe ya rewşa hewayê ku rojane diweşîne de ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer kir.
Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin îşkenceyê de ne û wiha got: ““Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.”
Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
Rojnameger Hediye Levent ji bo têkiliyên navbera Enqere-Şamê got “zehmete navbera wan baş bibe” û ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan ji holê rake. Şam jî bi tirsa ku dê rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke, xwe nade ber vê yekê.”
'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
Siyasetmedar Tûgba Hezer da xuyakirin ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye wê nikaribe bigihêje tu astê û got: "Cihekî ku muxatab bê bêdengkirin, mirov nikare behsa çareseriyê bike"
Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
Berpirsê Ragihandina Ofîsa YNK'ê ya Mûsilê Xeyas Surçî bal kişand ser hevkariya Tirkiyeyê û PDK'ê ya di êrişên didomin de û got: "Armanca rêveberiya herêmê ew e ku ji bo dagirkirina herêma Silêmanî û Helebceyê hincetan çêbike."
Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
Hevjîna girtiyê nexweş Mehmet Darga yê tevî nexweşiyên giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin, Hulya Darga, bi lêv kir ku hevjînê wê bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û daxwaz kir ku ew demildest bê berdan.
Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
Nobeda edaletê ya li Îzmîrê ya li dijî qeyûman di roja 12’emîn de didome. Di nobetê de wiha banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
Di nobeda 29 rojan a li dijî qeyûman a Stenbolê de peyama, "Wê qeyûm têk biçe" hat dayîn.
Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
ertekên li hemberî cezayên li rojnamegeran tên birîn dewam dikin, di daxuyaniya hevpar a îro de hat gotin, "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û hat gotin, "Çawa ku gelê Kurd jî şerê xwe yê rizgariya neteweyî û civakî didomîne dê di dawiyê de bigihêjin xala ku dixwazin ji bo gelê xwe bi dest bixin, em ê heta wê kêliyê rojnamegeriya xwe bidomînin."
Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî meşê axivî û got: “Bila ev çiya şahidên me bin, heta em encamê negirin em ê li ber xwe bidin.”
Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
Navenda Giştî ya DAD’ê bi daxuyaniyekê Elîşer û Dayika Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina wan de bi bîr anîn û soza têkoşînê da.
Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
Xizmên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Divê baş bê zanîn ku em ê serî netewînin.”
Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
AFAD’ê herêma şewatê ya di navbera Amed-Mêrdînê de weke “Herêma karesatê” ragihand.