Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
Di çarçoveya operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Kercewsê de 14 welatiyên hatibûn binçavkirin, duh bi şev hatin berdan.
Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
Li ser fermana Serokkomarê AKP'yî Erdogan walî tayînî 5 bajaran hatin kirin.
Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
Şaredariya Mûşê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de tabeleya bi kurdî ya "Şaredariya Mûşê" daliqand.
Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
Di nobeda qeyûm a li Şîhaneyê de, wiha hat gotin: "Qeyûm, xespkirina têkoşîna jiyana mirovî ye."
Li Bodrumê şewat
Li taxa Pinarbelen a navçeya Bodrumê şewata daristanê derket û ji hewa û bejahî ve mudaxale tê kirin.
Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
Li cerdevan Bişar Atli yê li Wanê ji ber êrişa zayendî ya li jinekê tê darizandin “Ji ber êrişa zayendî ya hesan” 4 sal û 6 meh ji sûcê “ji azadiyê bêpar hiştin” 2 sal û 2 meh cezayê hefsê hate dayîn û daxwaza girtina wî nehate qebûlkirin.
Rojnameger Saygan hate berdan
Rojnameger Gonul Yilman Sayman ku li Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.
Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
DMME’yê der barê serlêdana Doza Komkujiya Gara Enqereyê de Tirkiyeyê parast û îdia kir ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bi cih aniye û daxwaza tezmînatê red kir.
YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe serweriya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê binpê dike.
Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
Nav û wêneyên 416 endamên hêzên paramîlîter ku wê Tirkiye wan li başûrê Kurdistanê bicih bike, hatin belavkirin.
ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
ESP’ê der barê Dogukan Çep ê ku di doza kuştina Sînan Ateş de gotibû, “min li ser navê dewletê li endamên ESP’ê xist” gilî kir.
Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
Wezareta Karên Hundir ragihand ku li navçeya Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin.
Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
OHD’ê, ÇHD’ê û ÎHD’ê rapora ku di encama lêkolînên xwe yên têkildarî Kayseriya êrişên nijadperest lê qewimîn aşker kirin. Di raporê de hate aşkerekirin ku saziyên fermî agahî parve nekirine û hatiye tespîtkirin ku êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê ragihand ku hefteya borî gelek kes ji ber xwarinê bi jehrê ketine.
Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
Vê sibehê li gundê Marînê ya Nisêbînê yek jê zarok 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.