‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” gihiştî navenda bajar û hate temamkirin axivî û wiha got: “Binpêkirina îradeya gel di heman demê de binpêkirina destûra bingehîn e. Li gorî destûra bingehîn tevbigerin.”
Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku di 30’ê hezîranê de dest pê kir gihişt Colemêrgê. Bi sedan kesên tevî hewayê germ ji Depînê heta navendê bi hevrazî ve meşiyan, cihê herî zehmet ê ji 200 kîlometreyan temam kirin û gihiştin bajêr.
Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
Du zarokên ketin Çemê Dîcleyê û li ber avê ketin, hatin xelaskirin. Ji zarokên rakirin nexweşxaney^erewşa yekî giran e.
Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
Cîgirê Berpirsê YNK’ê yê Dihokê Yunus Akreyî derbarê armanca hatina artêşa tirk ya nav axa Herêma Kurdistanê de got ku “Dewleta tirk naxwaze statuyeke gelê kurd hebe” û bang li partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê helwestek yekgirtî nîşan bidin.
Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
Li Şengalê di encama êrişeke hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” di roja 9’emîn ango roja dawî de berdewam dike. 10 kîlometre ma ku meşvan bigihîjin navenda Colemêrgê. Di daxuyaniya hat dayîn de banga têkoşîna li dijî qeyûm hat kirin.
Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
Prof. Dr. Cenap Ekîncî diyar kir ku xelkê Amedê di serdema koronayê de ji bo cerebeyeke ku li ser heywanan nehatiye bikaranîn weke “kobay” hatiye bikaranîn. Ekîncî, da zanîn ku kesê bi balafireke taybet hatiye Amedê jî M.S. ye ku xizmê wezîrekî ye.
Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
Ji ber barana zêde li Wan, Erzirom, Mûş, Agirî û Qersê lehî rabûn. Ji ber lehiyê xesarên madî çêbûn û li Mûşê Nazar Karataş di lehiyê de jiyana xwe ji dest da.
Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li herêmê 3 milyon û 789 hezar hilbijêr hene.
Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
RTUK’ê lîsansa Açik Radyoyê betal kir. Li dijî vê yekê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
Kesên di “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” cih digirin, piştî îro ber bi navenda Colemêrgê ve meşiyan dê daxuyaniyeke girseyî bidin.
Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
Li Deriyê Sînor ê Xêbûrê heqê parkkirinê û kişandina barê TIR û kamyonan hat bihakirin.
Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Gabrîel Başo di nivîsa xwe de bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistanê û wiha got: "Niha artêşa NATO, PDK û Iraq dibin yek û êrîş dikin. Hewl didin kurdan parçe bikin, belav bikin, koçber bikin."
Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
Li navçeya Cizîrê di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa “rêdayînê” derket. Polîsan îdia kirin ku mafê derbasbûnê rêyê yê ewil ê wan e.
Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
Li gundê Bilexşê yê Kercewsê 15 rojan operasyona leşkerî berdewam kiriye. Piştî operasyonê me xwe gihand gund. Kes li gund nemaye. Gundiyan tiştên li gund qewimîne wek “qiyametê” nirxandin.