Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be. Ehmed, anî ziman ku şertê vê yê ewil jî vekişîna Tirkiyeyê ya ji herêmê ye.
Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Cizîrê wesayîtekê li keriyê pez xist. Di qezayê de şivanî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê payîn ku li 13 bajaran dê baraneke zêde bibare.
Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
Rojnameger-nivîskar Yûsûf Karadaş diyar kir ku wisa hêsan nîne ku sozên reformê yên serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di nava sînorên rejîmê de rê li ber guherînê veke.
HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
HSD'ê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên di 6 mehên destpêkê yên 2024´an de 339 caran êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
Li Girtigeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê girtiyên ji doza PKK’ê girtî ne û girtiyên ji doza FETO û serbixwe di heman korîdorê de têne hiştin. Girtiyan diyar kirin ku piştî çalakiya ji bo azadiyê li 20 girtiyan cuda cuda 11 roj cezayê hucreyê birîne.
Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
Cendirmeyên dewleta tirk bi ser mala Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyasê yê Liceyê hatibû qeqetilkirin de girtin.
Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
Namzetê AKP’ê yê Cizîrê Omer Yildiz piştî hilbijartinê parêzeriya “xebatkarên bankamatîkê” girt ser xwe û 30 doz li şaredariyên vekir.
Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran diyar kir ku hewaya germa zêde bandorê li ser tenduristiya mirovan dike û got divê welatî saet di navbera 11.00-15.00’an dernekevin derve û avê zêde vexwin.
Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya vê hefteyê bi manşeta “Dê dagirkerî têk biçe” derket. Rojnameyê di vê hejmara xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê.
Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
DEM Partiyê li Mêrdînê meşa li dijî tayînkirina qeyûm li dar xist û qeyûm protesto kir.
Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
Di çalakiya nobeda li dijî qeyûm de 28 roj in li Stenbolê berdewam dike de, peyama "Em ê li dijî qeyûm bi paş ve gav neavêjin" hat dayîn.
'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
"Meşa Rêzigirtina ji Îradeyê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî bi dawî bû. Di meşê de coş û peroş hebû û bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
Li gundên Xirabreşkê û Germûşê yên bi ser navçeya Halîliyeyê ve şewat derket.