‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
Nûnerên rêxistinên ciwanan ên ji bo çalakî û aktîvîteyên ji ber Komkujiya Pirsûsê bên kirin bang kirin, diyar kirin ku armanca ciwanên beriya 9 salan bi rê ketin ew bû ku şoreşê bînin ser vê axê.
Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
Li çiyayên Gabar, Cudî û li herêma Bestayê birîna daran ku hatiye destpêkirin didome. Di dîmenên ku hatine kişandin de bi deste cerdevanan ekolojiya herêmê çawa tê hilweşandin careke din radixe ber çavan. Li şûna qadên dar lê tên tunekirin jî kalekol û qereqol tên avakirin.
Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê vedike dan û diyar kirin ku ew naxwazin xwîn birije û şer pêk were û wiha gotin: "Ey Barzanî, şiyar bibe, dema ev kesên tu pê re xiyanetê dikî, dê dayikên ku îro tu xiyanetê lê dikî te rizgar bikin.”
Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
Hunermendên ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ragihandin diyar kirin ku li qadek ku kes lê ne azad be wê huner jî ne azad be û gotin: “Em her hunermendan dixwazin li dijî zilmê, zordestiyê û şer dengê xwe derxin û vedixwînin ku di nav vê hewldanê de cih bigirin.”
Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
Parêzera rojnamevan Sadik Topaloglû, Ayşe Acînîklî diyar kir ku biryara derbarê miwekîlê wê de hatiye dayîn nehiqûqî ye û got: “Bi rêya medyayê operasyon hat kirin.”
'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re rexne kir û got: “Helwesta PDK’ê ya di van êrişên dagirkeriyê de eşkere û zelal e. Helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye.”
Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
Rewşenbîran polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe û ji bo aştiyê jî divê têkoşînek bênavber bê kirin.
Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
Li gelek bajaran êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî başûrê Kurdistanê tên kirin, hat protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Bimire xiyanet, bijî berxwedan” hat dayîn.
Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
Rêxistinên ciwanan ji bo 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê xeleka ji mirovan pêk tê çêkirin û gotin wê tu xeyal nîvco nemînin.
Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga çandiniyê de axivî û wiha got: "Desthilatdarî û DEDAŞ zilm û zordestiyê li cotkar û xelkê me dike. Divê em li dijî zilma DEDAŞ'ê û şerê desthilatdariyê wek Kawayê Hesinkar li ber xwe bidin û têbikoşin. Çimkî êdî xelk ji destê vê desthilatdariyê nikare debara xwe bike. Edalet û azadî tune ye."
Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
Hanna Aykurt ê li Dêra Ortodoksê ya a Stenbolê wezîfedar e dema li Mêrdînê banê mala xwe tamîr dikir ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana herêma şewatê kir û got: “Tiştên ku li gund qewimîn komkujiyek DEDAŞ’ê ye.”
2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
Li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta axaftinên wî yên bere 2 sal û 6 meh cezayê hepse hat birîn.
Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
Di doza Malbata Şenyaşar de hat xwestin ku li walî û midûrê polîsan ê wê demê û Wezîrê Çandiniyê yê bere Ahmet Eşref Fakibaba were guhdarîkirin, lê daxwaz hat redkirin.