Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya DEM Partiyê ya Amedê de axivî û wiha got: “Werin em Abdullah Ocalan azad bikin, pirsgirêka kurd çareser bikin û Kurdistanê bikin xwedî statû.”
Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê di 2’yemîn Kongreya Asayî de rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Teqawid pirsgirêka debarê dijîn û li welêt xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li pey şer û pevçûnan e.”
Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
Di dema pandemiyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan a Amedê kamera li odeyên xebatkarên tenduristiyê hatibûn binpêkirin. Tevî biryara binpêkirinê ya dadgehê jî ev 4 sal in kamera nehatine rakirin.
Li Edeneyê erdhej çêbû
Li Edeneyê bi mezinahiya 4.1 û di Behra Spî de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
Di rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê de hat diyarkirin ku gelek caran tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin, aqûbeta daxwaznameyan nayê zanîn û girtiyan nabin revîrê.
DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
Li gundê Karaxirab ê navçeya Hezexê zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ku bi nexweşiya Serebral Palsiye ketiye, girêdayî makîneyan dikare bijî. Ji ber qutbûna ceyranê amûra wî şewitî ye, ew bênefes maye.
Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.
Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin.
Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê tenê ne di warê leşkerî de êriş dike di heman demê de êrişî aborî, çand û siyasetê jî dike û got: “PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike.”
Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
Dosyeya doza kuştina 2 polîsan ku desthilatdariyê kir sedema qedandina “Pêvajoya Çareseriyê” 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Parêzerê dozê Eyup Sabrî Tînaş diyar kir ku nayê xwestin ku faîlên rastîn bên dîtin û got: “Ev dosye bi awayek taybet tê sekinandin.”
Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
Hat ragihandin ku ji 14’ê tîrmehê vir ve wênegir Mûrat Yazar ê li Herêma Kurdistanê winda bûye agahî jê nayê girtin.
Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de bang li desthilatdariyê hat kirin ku dest ji zîhniyeta qeyûman berde.
Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
Li Geverê maça fînalê ya Tûrnavaya Fûtbolê yê Gulistan Dokû hat lîstin. Di encama maçan de Cevîzlîspor bû şamiyon.