Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin

Parêzerê Vedat Kurt ê dema heqê xebata xwe dixwest hatibû revandin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, Yûsûf Onkol diyar kir ku heke bersûcên gefan li miwekîlê wî dixwin neyên girtin, xetere li ser jiyana wan heye.

KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze

KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kurdistaniyan kir ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.

Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir

Dewleta tirk a ji Herêma Behdînanê re sewqiyeta leşkerî didomîne, çoltara Herêma Biradostê bombebaran kir.

Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin

Mamosteyê olî yê ji Eşîra Berzenciyan Resûl Berzencî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û wiha got: “Yekitiya neteweyî dê dawî li van êrişên dagirkeriyê bîne.”

Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da

Malbata Cengîz Dal ê rojekê piştî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê ji hestiyê kemaxa xwe emeliyat bû û ew şandin girtîgehê, anî ziman ku ji ber piştguhkirina nexweşxane û girtîgehê kurê wan piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest daye.

Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin

Rojnameger Sadik Topaloglû ji girtîgehê peyam şand û got ku ji dosyayeke mukerrer li hemberî wî komplo hatiye çêkirin.

Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna barana zêde hişyarî da 6 bajaran.

'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'

Mîhrîcana Berxbirê ya ku li navçeya Elkê ya Şirnexê weke kevneşopiyeke kevnare tê li darxistin îsal ji aliyê şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve bi beşdarbûna stranbêjên tirk tê lidarxistin.

Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe

Girtî Rezzan Şengul ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Malbata Şengul got ku ew ji ber jiyana zarokê xwe fikaredarin û ji rayedaran xwestin ku daxwazên wî qebûl bikin.

Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin

Li Konakê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qeçaxa ceyranê de ku 2 kes ji ber mirin, 14 kes hatin girtin.

'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’

Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê da û got: “Êriş bi piştevaniya PDK’ê pêk tên. Wê gelê kurd hesabê vê yekê ji PDK’ê bipirse.”

'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’

Kudret Aksû ya ku kurê wê Suleyman Aksû di Komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin diyar kir ku roja kurê wê hat qetilkirin edalet jî bi wî re hatiye binaxkirin.

DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî

DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bêyî ku seaetên 130 malan bixwîne bi milyonan lîre ceza li welatiyan birî. Fatûre li malên ku bi salane vala ne jî hat birîn.

Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin dê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.

Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin

Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 9 sal derbas bûn û tevî vê yekê hê jî hêzên li pişta bûyerê dernexistine holê. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got: “Ne bersûc malbatên mexdûr bûn hatin darizandin. Me pratîka darizandinek wisa dît.”

< 729 730 731 732 733 > Rupel 731 / 5.358