Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li navçeya Xinûsê bertek nîşanî êrişên li dijî Herêma Kurdistanê da, wiha got: “Em destûrê nedin vî şerî.”
DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
DEM Partiyê diyar kir ku ji ber daneyên TUÎK’ê bi milyonan mirov hatine mexdûrkirin û derbarê rêveberên saziyê de serî li dozgeriyê da û giliyê wan kir.
Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
Di çalakiyên ku bi daxwaza “Tecrîdê bi dawî bike” tên kirin de hate destnîşankirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.
Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
Cîgirê Midûrê Polîsan ê Rihayê Zekeriya Baran li mala xwe bi awayekî mirî hate dîtin.
PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
Parlamenterê ITC’ê Erşat Salihî ragihand ku wan di mijara diyarkirina Serokê Meclisa Kerkûkê û walî de bi PDK’ê re lihev kirine. YNK'ê jî got: “Em ê tawîzan nedin.”
Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
Abdullah Kaya ku li navçeya Giyadînê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku Midûrê Polîsan ê Giyadînê Ûgûr Çamli cara 3’yemîn e ku gefan lê dixwe.
Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
Cenazeyê endamê HPG’ê Osman Erbek ê li Bedlîsê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin.
Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
Fezleyên ku derbarê 10 parlamenteran de hatine amadekirin pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
Selahattîn Demîrtaş ê li Mêrsînê di danişîna doza ku jê tê darizandin de axivî, wiha got: “Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz da min biparasta. Lê ji ber ku ez siyasetmedarekî kurd im têm darizandin.”
Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
Welatiyê bi navê Mahmût Orak îdia kir ku di dema Covîd-19’ê de ji bo tedawiya “Turk Işini” hatiye bikaranîn, giliyê rayedaran kir û got: “Min nedizanî ku canê mirovan ewqas erzan e.”
Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
Hiqûqnasên ku girtina parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî şermezar kirin, xwestin ku hempîşeya wan demildest bê berdan.
Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku beşdarî civîna gel a li Wanê bû, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û wiha got: “Herêma Kurdistana Federe bi xwe ve girêdidin, lê PDK dengê xwe nake. Heke PDK ji bo aştî û xwişk û biratiyê helwest bigirta îro ev şer, tecrîd û pevçûn bi dawî dibû. .”
Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
Li gundê Bilexşê 3 jê dayik 9 kes hatibûn girtin. Parêzerê girtiyan Yûnûs Bagiş diyar kir ku têkildarî îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tu delîl di dosyayê de nînin.
DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
DEM Partiya ku salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir, wiha got: “Parastina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.”
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.