Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 40 meh in agahî nayên girtin û hat zanîn ku li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din biryara ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatan re hate dayîn.
Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
Kemal Turker di 44’emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe hate bîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû anî ziman ku ew ê bi meşîna ser rêç û xeta ji wan re hatiye hiştin meşînê têkoşînê xurt kirine.
Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Ensar Savci ku ji bo hênikbûnê kete rûbarê gundê Cibrî yê Cizîrê, jiyana xwe ji dest da.
Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Tirkiye di dîroka xwe de xizanî û birçîtiya herî mezin dijî.”
Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
Artêşa Îsraîlê piştî êrişên bi moşekan, fermana valakirina hin deverên Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê da.
Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ruştu Tîryakî diyar kir ku Midûrê Emniyetê yê Îdirê ku çûbû serdana xebatkarên bankamatîkê weke nûnerê AKP’ê tevdigere û bertek nîşan da.
Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
Girtiyê edlî Abdurrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û dihat îdiakirin xwe şewitandiye, jiyana xwe ji dest da.
Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta tirk Çiyayê Metînayê û derdora wê bombebaran kirin.
Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
CPT’yê berpirsyartiya xwe ya di tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan jinedîtî ve hat û pirsa “Gelo prosedûrên we ji bo Azerbaycanê xistibûn meriyetê dê ji bo Tirkiyeyê jî bixin meriyetê yan na?” jî bêbersiv hişt.
Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
Welatiyên bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û hevkariya PDK’ê dane, anîn ziman ku dê destkeftiyên kurdan, bi hev re werin parastin.
Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
Çiyagerên bi nvaên Ceylan Dîlek Gokbulak û Muhammed Halîm Dalgin li Çiyayê Agiriyê ji ber bagerekê winda bûbûn û cenazeyên wan hatin dîtin.
Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
Telgrafeke di 19’ê îlona 1929’an de têkildarî Kurdistana Sor hatiye nivîsandin hat bidestxistin. Fikarên rejîma kemalîst heye ku kurd li Qefqasyayê statûyekê bi dest bixin.
Li Wanê bi ser malan de hate girtin
Li navçeya Rêya Armûşê bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
Girtî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tê ragirtin, tevî nexweşiya dil pê re heye jî bi fermana wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parêzer Fatma Demîrer, anî ziman ku qasî berdana muwekîlê wê zêde dibe zext jî zêde dibin.
Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz anî ziman ku di stratejiya herêmî ya Enqereyê de Hewlêr jî di nav de cihê kurdan nîne. Pekoz, diyar kir ku Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Iraq û Sûriyeyê derkeve û wiha got: “Divê Enqere dest ji polîtîkayên tasfiyekirina kurdan berde û têkiliyên dîplomatîk deyne.”