Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî gotina Bahçelî ya “Em 154 kesan jinêzve dişopînin û dê hesabê jê bipirsin” da û wiha got: “Em bi komeke ku fikreke aydê wan tune û tekane fikra wan parastina AKP’ê re rû bi rû ne.”
Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
Hakan Abî ku tehliyeya wî 5 caran bi hincetên cuda hatibû taloqkirin, hate berdan.
Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
Zaroka 13 salî N.E. îro di danê sibehê de li Mêrsînê winda bû û agahî jê nayên girtin.
Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
Nîjadperestên tirk li bajarê Îzmîrê êrişî zarokê bi navê Izedîn El Esanî (15) ê sûriyeyî kirin. Rewşa El Esanî giran e.
Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê dayik û keça bi ceyranê ketine, jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
Welatiyan Dêrikê bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê yên tevî leşkeran ji bo rakirina trafoyan hatin dan.
DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate girtin. DEM Partiyê bertek nîşan da û got ku îktîdar bi rêya darazê hewl dide rê li ber rexneyên têkildarî polîtîkayên şer bigire.
Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin.
Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
Îdianameya derbarê hevserokên HDP’iyên Îzmîrê yên berê hatibû amadekirin û ji hêla du dadgehan ve bi sedema “bêrayetiyê” hatiye radkirin ji hêla îstînafê ve ji Dadgeha 13’emîn Cezayê Giran a Îzmîrê re hate şandin. Danişîna ewil a dozê dê di 4’ê cotmehê de bê lidarxistin.
Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî pêwendiyên bi Sûriyeyê re wiha got: “Di navbera me de danûstandin hene. Lê peymanek tune ye. Rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê hêj amade nîne.” Ebdî, ji bo hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî got ku divê dagirkerî bê bidawîkirin.
Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
Derbarê 48 AKP’iyên li navçeya Curnê Reş, di hilbijartinên 31’ê Adarê de pusulayên dengan şewitandine, bi daxwaza cezayê hefsê ya heya 11 salan, îdianame hate amedekirin.
Dayika bakirhan rehmet kir
Dayika Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan wefat kir.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
Li navçeya Yildirimê, di du fabrîkayên rex hev de şewat derket.
Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
Zarokên parlamenterên AKP’ê jî di nav de li Amedê herî kêm 25 kes di serdema qeyûman de weke weke midûrên “Nivîsgeha taybet” girtin kar û piştre bûn memûr. AKP’iyên ku bûne kadro, tavilê li bajarên weke Trabzon, Konya û Antalyayê hatin tayînkirin.