Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
Senatorê fransî Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Wezareta Dadê serlêdan kir.
35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha gotin: “Dagirkirina welatekî li herêmê tê wateya dagirkirina hemû herêmê.”
Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
Servet Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate berdan, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê belavî hemû girtîgehan bûye, mafê tedawiyê tê astengkirin û girtiyên li dijî pêkanînên ku digihin asta tacîzê derdikevin diavêjin hucreyan.
Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî yê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin nirxandin wiha got: “Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne.”
Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
PDK ku xiyaneta xwe ya ewil di sala 1946'an de li dijî Komara Kurd a Mahabadê pêk anî îro jî bi hevkariya êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê vê xiyaneta xwe ya li dijî kurdan didomîne.
Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
Şaredariya Cizîrê bi dirûşma “Ji bo civakek xwezaperest em li qada kesk in” 2’yemîn Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî da destpêkirin.
Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
Di çalakiya ku êrişên dewleta tirk ên bi piştgiriya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin hatin şermezarkirin de wiha hate gotin: “Ev polîtîkaya şerê qirêj, îmha û înkarê bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike.”
Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
DAD’ê bi boneya Meha Mûharram di “Nobeta Edaletê” ku li dijî qeyûmê tayînî li Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin tê domandin de aşûre belav kir.
Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
Cenazeyê Abdûrrahîm Yuksel ê li girtîgehê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe hate veşartin.
Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.
Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Yûsûf Boz li navenda Şirnexê di wesayîta xwe de bi birîndarî hatibû dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
Tê îdiakirin ku girtî Abdurrahîm Yuksel di hucreya yekkesî de xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Yuksel bi dozger re hevdîtin kir û got: “Ji me re gotin ku hesteya Yuksel xwe pê şewitandî ferq nekirine.”