Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Êlihê di nava 2 salan de ji bo organîzasyonên ku alîgirên îktîdarê tev li dibûn 52 milyon û 342 hezar û 740 TL pere xerc kiriye. Her wiha balkêş e ku 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye.
3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
Ji 3 girtiyên li heman hucreyê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tên ragirtin yek felc e, yekê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman ku girtiyên ku neçar mane li hevdû binêrin di nav şertên dermirovî de têkoşîna jiyanê didin.
Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê li ber kendal e û wiha got: “Divê rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê di nava piştevaniyê de bin.”
Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku armanca dewleta tirk a bi êrişên li dijî Herêma Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Tirkiye dixwazê destkêftiyên başurê Kurdistanê ku kurdan bi berdelên mezin bi destxistine ji holê rake. PDK jî bi hevkariya xwe dibe şîrikê vê armanca Tirkiyeyê.”
Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku dewleta tirk zêdetirî 300 endamên komên paramîlîter ji Sûriyeyê biriye Herêma Federe ya Kurdistanê.
Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
Pêşnûmeqanûna ku qetilkirina heywanên li kolanan diparêze, Ji Komîsyona Çandinî, Daristan û Karên gundan derbas bû.
Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
Di nobeta Şîşhaneyê de hate bilêvkirin ku dawiya kêmasiya demokrasiya li Kurdistanê tecrîd, komkujiya jinan, şer, bengitiya tiryakê ya ciwanan û bêkarî ye û wiha hate gotin: “Em qeyûman qebûl nakin.”
‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat bi gotina “Berpirsyariya me ye ku bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ eniyeke xurt a li dijî şer ava bikin” banga hevgirtinê kir.
Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
Meclisa Jinan a DBP’ê û TJA di atolyeya ku li ser şerê taybet li dar xistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
Li navçeya Cizîrê du wesayîtan li hev da û qeza çêbû. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî hevdîtina DÎTAM’ê ya “Xizmetên herêmî û aqilê hevpar” bû û behsa plana stratejiya 5 salan kir. Bucak, wiha got: “Em dikarin li Amedê modêlekî ava bikin. Ez ji vê bibawerim.”
DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Ûysal Aslan têkildarî qirkirina daristanên li Şirnexê tên jiyîn serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da.
Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
Girtiyê nexweş Mehmet Nûrî Tîryakî da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bû 3 meh nahêle biçe revîrê.
Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kesên çop avêtine derdorê û hewl dan provakasynê pêk bînin, gilî kir.