Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 151’emîn a komkujiyê de wiha got: “Necezakirina bi destê pergalê ev 657 hefte ne didome û ev 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin.”

Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da

Zaroka bi navê Hîranûr Oner a li navçeya Payîzavayê ketî Bendava Zernekê, jiyana xwe ji dest da.

Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin

Bi hinceta ku di dawetên dîrok û cihên wan cuda yên Stenbolê de li ber stranên kurdî govend gerandine, 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 11 jê hatin girtin.

Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin

Di bin sîwana Şaredariya Wêranşarê de Konseya Bajar hate avakirin. Hevşaredar Bedriye Yorgun got: “Em bi hev re bi ser ketin, dê bi hev re birêve bibin.”

ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin

ROJIN’ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku li dijî biryara îdamê ya rejîma Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî bikevin nava tevgerê û biryarê bidin sekinandin.

‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’

Xebatkara MKM’ê Dîlan Suyu bertek nîşanî binçavkirin û girtina kesên govendê digerînin û dirûşman berz dikin da û wiha got: “Banga min ji bo kurdan ew e ku li her devera lê ne bila govendê bigerînin û dirûşman berz bikin.”

Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man

Ji gundên Herêma Federe ya Kurdistanê ku bi darê zorê hatin valakirin û ji bo tiştên xwe derxînin 9 saet muhlet jê re hatiye dayîn, malên şewitî û hilweşiyayî man.

'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’

Rahîme Abayay ku birayê wê Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Öetîn Abayay 32 sal berê ji hêla Hîzbûlkontra-JÎTEM’ê ve hatibû qetikirin wiha got: “Rastiyek heye, ew jî têkoşîna birayê min îro jî tê domandin.”

Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku da zanîn ku li dijî bikaranîna tiryakê ya li Çewligê gelek caran bang li rayedaran kirin û mijar xistine rojeva Meclisê jî lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin. Hulaku, got: “Li dijî bazirganiya tiryakê û bikaranîna wê tevdîr nayên girtin.”

Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike

Rojnameger Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re girê bide û bal kişand ser rola PDK’ê ya di vê plansaziyê de.

Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin

Kerem Arvas ê li Tetwanê ji hêla leşkerên derketine operasyonê ve îşkence dîtiye, tevî ku gilî hate kirin jî îfadeyên leşkeran nehatin girtin û derbarê dosyeyê de biryara “neşopandinê” hate dayîn.

Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in

Ji pêvajoyên şer û pevçûnan herî zêde Dayikên Aştiyê bi bandor dibin. Dayikan bertek nîşanî êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin dan.

ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN

CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn

CPT diyar kir ku PDK’ê ji welatiyên 4 gundên li herêma Ber Garê yên girêdayî Amediyê dijîn xwestiye ku di nava 9 saetan de gundên xwe vala bikin.

Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
Zana: Sînorên kurdan nedin zorê

Leyla Zana bertek nîşanî girtinan da û got: “Sînorên kurdan nedin zorê.”

< 711 712 713 714 715 > Rupel 713 / 5.358