MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
MKG û DFG’ê bi daxuyaniyeke hevpar biryara darvekirina rojnameger Pexşan Ezîzî ya rejîma Îranê şermezar kir û bang li rejîmê kirin ku tavilê Ezîzî were berdan.
SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Amedê Îlknûr Ayik diyar kir ku bi ser bûyera jehrîbûnê ya li Zanîngeha Dîcleyê re 14 roj derbas bûn lê hêj jî tu sererastkirin nehatine kirin. Ayik, got ku dê boykota xwe bidomînin.
Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên Îranê li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê hatine birîn da û got: “Ev cinayeta bi destê dewletê hatiye kirin e. Cezayê darvekirinê rakin.”
Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê daxuyanî da û wiha got: “Gelo ma bi operasyonên govendê û jêbirina nivîsên bi kurdî re hûn pratîkên Kenan Evren dubare nakin? Dijminatiya we ya li hemberî kurdan heta qîrê daketiye.”
Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncû bertek nîşanî jêkirina nivîsên hişyariyê yên kurdî da û bi ser dîwarê walîtiyê nivîsa “Pêşî kurdî pêşî ziman” nivîsand.
Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
Derket holê ku nivîsên bi kurdî yên hişyariyê yên li Wanê bi fermana Wezareta Karên Hundir hatine jêbirin. Ji bo ku nivîsên bi kurdî neyên nivîsandin, ên bi tirkî jî hatin jêbirin.
DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê bi daxuyaniyekî şermezar kir û wiha got: “Divê raya giştî ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên hêrêmê vediguherandiye cihê agir û ji bo şert û mercên bêpevçûn ava bibe divê têkeve liv û tevgere.
Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
Zarokê 16 salî yê bi navê Eren Dag ku li MESEM'ê dihat xebitandin, kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da.
Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
Şaredariya Êlihê nivîsên bi kurdî yên trafîkê ku ji bo hişyarkirina welatiyan hatibûn nivîsandin û piştre hatibûn jêbirin, dîsa nivîsand.
Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
Li navçeya Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin.
Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
Mamasteyê Şirnexî Dundar Kerçîn yê di ezmûna “Xwendeyê li Derveyî Welat Were Peywirdarkirin” de 90 pûan girtiye piştî pirsa “Tu ji ku derê jî?” bersivand, ji mulakatê derbas nebû.
Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
Şaredariya Kerboranê bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û got: “Em vê xerabiya mezin bi tundî şermezar dikin.”
Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
Parêzerê OHD’î Mehmet Selahattîn Tîmûr got ku li girtîgehên Herêma Egeyê binpêkirinên têkildarî xwegihandina tenduristiyê, lêgerîna tazî û muameleya xerab tên kirin û wiha got: “Derheqê girtiyên ku salvegera serkeftina Kobanê pîrozkirin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.”
Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
Welatyên Wanî bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî û jêbirina nivîsên bi kurdî dan û wiha gotin: "Ji govendên me jî ditirsin. Em ê li dijî vê ferasetê serê xwe metewînin.”
Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
Kurdolog Nezîr Ocek ku der heqê rewşa kurdî ya Herêma Serhedê de axivî, destnîşan kir ku divê kurd şoreşekê di mêjiyê xwe de pêk bînin û wiha got: “Êdî zimanê dayikê nemaye, zimanê dapîrê maye. Dayik û bavên niha kurdî nîşanî zarokan nadin.”