Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
Cîgira Serokê Giştî yê PIA’yê Menîce Gulmez bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyên bi kurdî û binçavkirinên di çarçoveya gerandina govendan hatine kirin da û wiha got: “Heke dewlet dê bibe dewleta her kesekê divê dest ji xurandina birînan berde, başkirina bîrînan ve mijûl bibe.”
Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
Karkerên bipeyman ên Şaredariya Panosê, beravêtiyên paş de tên vegerandin kom kirin. Hat îdiakirin ku Şaredar Abdulhalik Takşin ê peymana karkeran betal kiriye, beravêtiyên karkeran kom kirine daye şewitandin.
Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
Îsraîlê ragihand ku fermandarê Tûgayên Îzettîn el Kassamê ku baskê çekdar ê Hamasê ye, Muhammed Deîf hatiye kuştin.
Talankirina daran a li Gabarê didome
Birîna daran a li Çiyayê Gabarê hatiye destpêkirin bênavber didome. Darên bi sedan salan emrê wan heye tên birîn û dibin noqteyên cuda.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Li Omeryanê pevçûn derket
Hat ragihandin ku li herêma Omeryanê ya Nisêbînê ku weke “Herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin, pevçûn derket.
Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
Di “Doza Îstîsmarê ya Pasûrê” de ku bi sala ya didome, dadgehê ji bo 21 faîlan biryara beratê dabû. Îtîraza li dijî vê biryarê hatiye kirin, ji hêla îstînafê ve hate redkirin.
Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
Li navçeya Pîranê 5 kes bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêgerîna 2 kesan jî didome.
Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can û endama SKM’ê Dîlara Su Kalpak piştî cezayê pereyan lê hate birîn hatin berdan.
Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
Ciwanên li Geverê ji hêla polîsan ve hatibûn binçavkirin, hatin îşkencekirin. Ciwan, li devereke dûrî navenda navçeyê û li noqteyên cuda bi awayekî derbkirî hatin dîtin.
Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
Hevseroka HDP’ê ya Kerboranê ya berê Hatîce Gevcan piştî teqezbûna cezayê wê hate girtin.
Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
Xebatkarê CPT’iyê Kamaran Osman anî ziman ku dema ew serdana Herêma Federea ya Kurdistanê kiriye jê re peyama ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ hatiye avêtin û got: “Ev ne operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.”
AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara betalkirina wekîltiya Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay got “Tu hukmê vê biryarê nîne.”
Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
7 meh derbas bûn hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Rêvebera Tevgera Azadiyê Ronak Macîd, anî ziman ku PDK ya li dijî tifaqa kurdan e û bi Tirkiyeyê re hereket dike, dixwaze tevî Tirkiyeyê YNK tesfiye bike.