Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
Şanoger û lîstikvanê sînemayê Genco Erkal jiyana xwe ji dest da.
Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku daraza ku kesên li ber stranên kurdî govend gerandin girt "tetîkkêşiya desthilatê" dike û got ku divê CHP dest ji kodên xwe yên damezirandinê berde û ji bo çareserkirina meseleya kurd gavina bavêje.
Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
Muslum Guneş destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê strana “Ez ê bimirim Tirkiyeya min" pê dane xwendin, dîmenên wî hatine qeydkirin û muameleya xerab a lê hatiye kirin vegot.
Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
Li Êlihê jî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” hatin jêbirin.
'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nivîsên kurdî yên bi biryara walîtiyê hatinbûn jêbirin cardin nivîsandin.
Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
Li Kerboranê nivîsên "Pêşî Peya" yên ji aliyê Şaredariyê ve li ser rêyan hatin nivîsandin, ji aliyê polîsan û tîmên Midûriyeta Rêyên Bejahiyê hatin jêbirin.
Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
Girseya ku êrişên li ser çanda kurdan bi govendê şermezar kir got: "Em dest ji vê dîlanê bernadin."
Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
Nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay di 32'yemîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê du malbatên ku xizmên hev bûn bi şer çûn. Di şer de jina bi navê Sidika Kaya jiyana xwe ji dest da.
'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu diyar kir ku tevî rewşa rêya 4 kesan di qezayê de jiyana xwe ji dest dayî xistine rojeva Meclisê jî tu tevdîr nehatine girtin û got paşguhkirin heye.
Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
Li gundên Herêma Omeryanê ya Nisêbînê ji bo 15 rojan “Herêma ewlehiya taybet” hate ragihandin.
Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
DEM Partiyiyan bertek nîşanî binçavkirinên li Wanê dan û wiha gotin: “Em ê ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk yek gavê paşve neavêjin.”
Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
Şaredariya Êlihê Loqenteya Gel vekir. Li loqenteyê 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan tên dayin.
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê, têkildarî binçavkirinên li gel gotina stranên kurdî tên kirin daxuyaniya “Mirovan rehet berdin. Bila bi serbestî stranên xwe bêjin û bireqisin” da.