Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
Şaredariya Farqînê têkildarî nûçeyên dibêjin “kûçikên kolanan kom dikin” daxuyanî da û got: “Kûçik tên xesandin û piştre jî em ber didin cihê wan. Kûçikên nexweş û rewşa wan nebaş jî em tedawî dikin.”
Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber govend û stranên kurdî da û wiha got: “Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade. Lewma divê em bi hev re vê govendê mezin bikin.”
Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
Polîsan di serdagirtina malan a li Wanê de tevî hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Erziromê ambulansê û wesayîteke bazirganiyê qeza kirin. Di qezayê de 2 jê xebatkarên tenduristiyê bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
Ji kesên bi hinceta stran û govendên kurdî hatine girtin pirsên “Kî mudaxileyî govendê dike?” û “Piştî hilbijartinê çima ev qas vîdeo tên parvekirin?” hatin kirin. Parêzer Ferat Bogatekîn banga “bikevin nava liv û tevgerê” li rêxistinên hiqûqê kir.
Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê di dosyaya ji ber “îşkenceyê” biryara bêrayetiyê lê hatibû vegerandin de li 5 polîsan 8 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê ceza ji ber sûcê “Bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe” da û di hinceta biryarê de ceza spart “îşkenceyê.”
Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
Filîz Taşkesen a ku 3 keçên wê ji ber gerandina govendê hatin girtin û ew bi xwe jî bi hefsa malê hate cezakirin, wiha got: “Aramiya me xera kirin. Bi milyonan kes govendê digerînin. Ma hemû dibin terorîst.”
Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
Pêşniyarqanûna ku rê li ber kuştina kûçikan vedike bi dengên AKP-MHP’ê bû qanûn.
Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
Girseya ku di nobeta qeyûm a li Şîşhaneyê de govend gerand, êrişên li dijî çand û zimanê kurdî şermezar kir.
Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
B.S. yê di keyfxweşiya leşkeriyê de strana kurdî got û govend gerand li Aydinê hate girtin.
Stranbêjên dawetê hatin girtin
Stranbêjên herêmî yên li dawetê stranên kurdî gotin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezervê” re civiya, hişyariya “Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin” kir û ji bo avakirina avahiyên nû pêşniyar kir ku “şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê” bê avakirin.