Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
Mûzaffer Îşnaz ê çû hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê ragirtin, diyar kir ku rastî ferzkirina gardiyanan a “bi tirkî biaxive” hatiye.
Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
Rojnamevan Ahmet Guneş ku diyar kir serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad didomin û got ku xelat di warê domandina kevneşopiya Çapemeniya Azad de girîng in.
Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
Seta pirtûkan a "Şaristaniya Demokratîk" a ji pênc bergan pêk tê ya Abdullah Ocalan, tevî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê jî zêdetirî du mehan e radestî girtî Veysî Aktaş nehat kirin.
Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di Nobeda Şîşhaneyê de ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê axivî, got: "Heya hûn hebin em ê jî hebin. Ev vîn, xwedîlixwederketin e."
Li Rihayê jinek hat qetilkirin
Li gundê Gogan ê navçeya Xelfetî ya Rihayê kesê bi navê Gafarî Çolak hevjîna xwe ya bi navê Gulîzar Çolakê qetil kir.
Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûbûn Wanê û di vegerê de qeza kiribûn Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên xwe bi girseyî hatin bibîranîn.
Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
3 karkerên înşeatê yên dema li navçeya Altieylulê li parkekê stranên kurdî guhdar dikirin hatin binçavkirin. Ji karkeran Cemal Guzel bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “rabûna li ber polîsan” hatin girtin.
Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
Tirkiyeyê gundê Gelale ya bajarokê Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.
Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.
Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
Laçika kesk û sor û zer a di şeva hineyê de li serê Fikriye Baykûrtan Savaş a di serdegirtina malê de hate binçavkirin bû weke sûc hate hesibandin.
Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû, ev daxwaz hatiye bersivandin û da zanîn ku ji ber ew îqna nebûne, dê çalakiya xwe bidomînin.
Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
Parazvanên mafên sewalan, bertek nîşanî polîtîkayên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ên li dijî sewalan dan û ev pirs kirin: “Hûn şaredarê gelê Enqereyê ne an jî kujerên sewalan in?”
DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
Parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî neberdana girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr Kûday ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsîn.
Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
Parêzer Mehdî Ozdemîr ê îtîrazî rapora pisporan a têkildarî şewata ku li navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest kir, giliyê pisporan kir. Ozdemîr xwest ku şandeyeke nû ya kesên pispor bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.