Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku cara sêyemîne berdana wî tê taloqkirin ev meheke bi daxwaza bidawîbûna bêedeletiyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Nebahat Îşçî bang kir û got: "Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dengê wî bibihîzin."
ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday her ku diçe giran dibe. Tevî ku ATK’ê du caran rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da jî dîsa Kuday bernadin. Hevalê Kuday ê odeyê Serdal Yildirim, anî ziman ku rewşa Kuday her diçe giran dibe.
Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
Hejmara 246’emîn a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Çima rojnamegerên jin?” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê di 10 salên dawî de 7 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin derxist pêş.
KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
KESK ji bo kesên ji ber gotina stranên bi kurdî û gerandina govendê, hatine binçavkirin daxuyanî da. KESK’ê destnîşan kir ku ew sepanên wiha yên derveyî demokrasiyê qebûl nekin û xwest kesên hatine binçavkirin werin berdan.
Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
AMED - Li Kuçeya Hunerê polîsan ciwanekî bi lêdanê binçav kirin. Amediyên bûne şahide bûyerê bertek nîşanî tundiya polîsan dan.
Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan serdana Makbûle Ozer a hatiye berdan kir.
Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bang li dewleta tirk kir ku êrişên xwe yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê bi dawî bike û wiha got: “Em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin. Bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi hev re bijîn.”
Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
Pismamê Hakîm Lokman ê li Fatîhê ji aliyê komekê ve hate qetilkirin, Saad Mûhsîn Tevfîk got ku “Ji ber pismamê min bi kurdî axivî kêr kirin” û diyar kir ku ambûlans û tîmên polîsan dereng hatin.
Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
Di çalakiyên 1’Îlonê yên li gelek bajaran de hatine lidarxistin de berteka polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê derket pêş.
Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê diyar kirin ku desthilat di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike û wiha bang kirin: “Divê polîtîkayên şer û tundiyê yên ji bilî mirin, xwîn û hêsirên çavan tu encaman bi dest naxin demildest bên bidawîkirin.”
Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
Li Wanê bi hezaran kesên tev li mitînga 1’ê Îlonê bûne bertek nîşanî polîtîkayên “şer, dagirkerî û tecrîdê” dan.
Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî wiha got: “Kesên dixwazin li wêneyê Tirkiyeyê binêrin bila li Îmraliyê binêrin. Bêhiqûqî li wir e, li Îmraliyê aştiya birûmeta a tê xwestin heye. Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere.”
Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
Xizmê Hakîm Lokman ê di êrişa nijadperest a li Fatîhê de jiyana xwe ji dest da, Abdûllah Ayvalik xwest ku êrişkar bên girtin.
Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di meşa 1’ê Îlonê ya li navçeya Silopiyayê de axivî, destnîşan kir ku daxwaza kurdan a azadî û wekheviyê heye û wiha got: “Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Mûxatab Îmrali ye.”