Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin

Tehliyeya Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ku 32 sal in girtî ne û “poşmantî” red kirin, cara 4’an hate taloqkirin. Vasîsa Guner, Zeynep Guner bertek nîşan da û wiha got: “Hezar sal jî bi ser re derbas bibin dê girtî vê zextê qebûl nekin.”

Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne

Yek ji girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê rastî tundiyê hatibû jî Îsmaîl Tuzun e. birayê Tuzun, Ozgur Tuzun diyar kir ku ewlehiya canê birayê wî nîne.

ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN

Li Çiyayê Gabarê şewat derket
Li Çiyayê Gabarê şewat derket

Li Çiyayê Gabarê ku qirkirina xwezayê lê didome, şewat derket.

Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe

Di Konferansa Aştî û Demokrasiyê de ku li Berlîna paytextê Almanyayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û gotin divê Ocalan azad bibe.

Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di panela bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî û wiha got: “Tekane alternatîfa li dijî şer dê aştiya gelan pêk bîne niha tecrîdkirî ye. Lewma jî rêya têkoşîna aştiyê bi xwebirêxistinkirinê pêkan e.”

Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan

Bêrîvanên Zozanê Berçelanê bertek nîşanî fotokpanên ji aliyê leşkeran ve hatine bicihkirin dan û xwestin dawî li vê pêkanînê bê anîn.

Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye

Weqfa Aştiyê bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da û wiha got: “Heta Tirkiye pirsgirêka kurd çareser neke nikare krîzên xwe yên piralî çareser bike. Tirkiye ji her alî ve neçarî aştiya bi kurdan re ye.”

Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan

Aktîvîstên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweşiyên wan giran Abdulkadîr Kuday û Ayhan Aykaç tavilê bên berdan.

Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye

Dayikên Şemiyê di Roja Windakirina Bi Darê Zorê ya Navneteweyî de daxwazên xwe dîsa anîn ziman û gotin ku windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji bo bidawîkirina vê şermê hewceye her kesên xwedî rûmet peywira xwe bi cih bînin.

Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir

Hêzên rejîma Îranê kolberê bi navê Asaad Espandar li Baneyê qetil kirin.

Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD li Amedê li serpêhatiya Mehmet Salîm Acar, li Êlihê jî serpêhatiya Alî Gunduz ên bi darê zorê hatin windakirin pirsîn û li Geverê jî li faîlên Saît Akin hat pirsîn.

Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim

Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe ya li pêşiya Meclisê didomîne, diyar kir ku heta bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dike dê çalakiya xwe bidomîne.

11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin

Ji zarok Narîn Guran a li navçeya Rezanê winda bûye 11 roj in tu agahî nayên girtin. Têkildarî windabûna Guran, apê wê S.G. di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê

Girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî îro hate berdan. Kurê Ozer, Medenî Ozer diyar ki ku dayika wan bêyî agahiyê di saetên serê sibehê de hatiye berdan û wiha got: “Dayika min saetekê li pêşiya girtîgehê hate sekinandin.”

< 657 658 659 660 661 > Rupel 659 / 5.358