Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin, dê heta 10’ê îlonê bidomin.
Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
Şaredariya Şirnexê heqê rêyê yê nava bajar ji 12 lîreyan derxist 15 TL’an.
Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
Girtî Tuba Sert diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê îşkenceya derûnî li girtî Zîlan Demîr hatiye kirin û gef lê hatine xwarin û got ku ew ê serî li ber îşkenceyê netewînin.
Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
Hate diyarkirin ku av nedane girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê rakirin nexweşxaneyê û xwarin avêtine ber wî. Parêzera wî jî ji ber berdana wî dê serî li AYM’ê bide.
Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
Balafirên şer ên dewleta tirk navçeya Çomanê ya Hewlêrê û Mawet a Silêmaniyeyê bombebaran kir.
'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
Rojnamevanê girtî Celalettîn Yalçin anî ziman ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebe wê çalakiyên li girtîgehan bidomin û got: "Ji ber vê yekê divê em bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe yên demokratîk bênavber bidomînin."
Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de ku di 4'ê Îlona 2015'an hatibû ragihandin û 9 rojan dewam kiribû re 9 sal derbas bûn. Heya niha yek kesek jî nehatiye darizandin.
12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
12 kesên ku di mitînga 1’ê Îlonê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Apê Narîn Guranê hat girtin
Apê Narîn Guran a ji 21'ê Tebaxê ve winda ye Salîê Guran hat girtin.
Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
Xizmên girtiyan çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin, li Mêrsîn û Îzmîrê domandin.
Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
Welatiyê bi navê Savaş Çelîk dema hewl dida li ser Lubnanê derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û li Tirkiyeyê hat vegerandin. 6 zarokên Çelîk ên li Herêma Federe ya Kurdistanê diman, ev 3 roj in li herêma tampon a Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin.
Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
Mamê Narîn Guran a 8 salî ya winda ye, Salîm Guran, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.
Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
Parlamenterên DEM Partiyê, qetilkirina Hekîm Luqman birin rojeva Meclisê û ev pirs kirin: “Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?”
Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
Malbata rojnamevan Gulistan Tara ku ji aliyê dewleta tirk ve hate qetilkirin serdana MKG’ê kir.