Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
Welatiyê bi navê Hakim Loqman ê ji Dihokê, li Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Parêzer Bêrîvan Barîn da zanîn ku dema Lokman bi kurdî diaxivî ji hêla 4 kesan ve hatiye acizkirin û di êrişê de hatiye qetilkirin.
Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
Polîsên tîmên taybet li navçeya Pulurê bi ser çayxaneyekê de girtin û welatiyê bi navê E.K. bi lêdanê binçav kirin.
Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di êrişên dewleta tirk de hatibûn qetilkirin, li Dîlokê hatin bibîranîn.
Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
Walîtiya Amedê herêmên Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên navçeya Pîranê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand.
Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan da zanîn ku li cihê serokkomar Erdogan gotibû; “Em hîmê tesîsa madeyên teqemeniyê ya bi bihayê milyarek û 525 milyon TL’an li Bedlisê diavêjin” yek bizmar jî lê nehatiye xistin.
Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
Hat zanîn ku cenazeyên 2 kesên tê gotin li çoltarê Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dane, birin Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşayê.
Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
Cenazeyê welatiyê bi navê Ferît Atay li gundê Şanişê yê navçeya Nisêbînê hate dîtin.
Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
Rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê bi boneya 1’ê îlonê deklarasyonek parve kirin û bang li hemû derdoran kirin ku di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de li xwe berpirsyartiyê bigirin.
Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
Çoltarê Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê ku di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de hatiye qedexekirin, bi balafirên şer hate bombebarankirin.
Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
Meteorolojiyê Stenbol jî di nav de ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde kir.
Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî ku derheqê hinek kesên ji MHP û Ulku Ocaklariyan serlêdana sûc kiribû, hate binçavkirin.
Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
Welatiyên beşdarî "Xwendinên Azadiyê" bûn diyar kirin ku kargeh ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran de veguhertinek afirandiye û ji bo fêmkirina felsefeya Abdullah Ocalan girîng in.
Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
Li Nisêbînê zarokek ji qata 6’an keta xwarê. Zaroka bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.
Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
Hevserokê Komeleya Parastina Cihê Xizir û Xwezayê ya Gimgimê Îmam Balsever diyar kir ku ew ji bo elewiyan statuyê û temînateke qanûnî dixwazin.
Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren diyar kir ku li pişt êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan polîtîkayên desthilatê hene.