NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
Komîteya Mafên Zarokan a NY’yê ku serlêdana ji bo 6 zarokên dewleta tirk li Deriyê Sînor ê Xabûrê dabû sekinandin ji dewleta tirk daxwaza parastinê kir. Prz. Şûle Recepoglû wiha got: “Ev serlêdaneke li dijî Tirkiyeyê ye û hatiye qebûlkirine.”
Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 5.0’an erdhej çêbû.
Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
Hevserokê GOÇÎZDER'ê Huseyîn Kiliç û parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk diyar kirin ku biryara sekinandina malên komeleyê li derveyî hiqûqê ye û gotin ku biryar bi saîqên siyasî hatiye dayin, lê ew ê xebatên xwe bidomînin."
Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
Civaknas Azad Bariş destnîşan kir ku wê bi "peymana ewlehiyê" ya di navbera Bexda û Enqereyê de hemû destkeftiyên kurdan hedef bên girtin û got: "Di vê de roleke mezin a PDK'ê jî heye."
Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di sempozyûma çandiniyê ya li Wanê de axivî û destnîşan kir ku di qada çandiniyê de li Kurdistanê polîtîkayên taybet hatin bikaranîn û ew dikarin li dijî polîtîkayên şaş bi polîtîka alternatîf, modelên rêxistinkirinê û têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin.
Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku ji ber "poşmanîtiya" lê hat ferz kirin qebûl nekir û berdana wî 5 caran hatiye taloqkirin, di 2'yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. Îşçî têkildarî çalakiya xwe ji ÎHD'ê re nameyek nivîsand û di nameyê de diyar kir ku heya daxwazên wî bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomîne.
Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
Di êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe de, di nava 8 mehan de herî kêm 22 kes hatin qetilkirin. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî PDK der barê van êrişan de tu daxuyanî nedane.
‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Ûmût Dogrûer anî ziman ku ew tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî mirovahiyê dibînin û wiha got: “Armanca me bi têkoşîna herêmî û giştî têkoşîna tecrîdê ye.”
Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
Girtiya nexweş a giran Şîvekar Ataş a tevî nexweşiyên xwe nayê berdan, bi hinceta cezayê disîplînê, xistin hucreya yekkesî de.
Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
Xebatên lêgerîna zaroka bi navê Narîn Guran ya ku 17 roj in windaye didomin. Mînakên nû yên DNA'yên yên ji wesayîta apê Narînê Salîm Guran hatibûn girtin bi DNA’ya ji cilên Narînê hatibûn girtin re li hev derketin.
Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Egîtîm Sena Wanê diyar kir ku bi sedhezaran zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar bimînin û xwest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir.
Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
Der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de li ser beyanên şahidê “veşarî” ku berê li ser rojnamevanên li Enqereyê jî îfade dabû lêpirsîn hat destpêkirin.
Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
Li Cizîrê zaroka 5 salî ku wesayîtek lê qelibî bi giranî birîndar bû.