Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
Şaredariya bajarokê Dêrgûlê ya AKP’ê ev 4 meh in pirsgirêka avê ya 8 hezar nifûsa wê heye çareser nake, şêniyên bajarok dibêjin şaredarî li şûna avê ji xelkê re bîne bi tankerên avê ji baregehên leşkerî re dikişîne.
Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
Attîla Ozdogan ê ku beşdarî amadekariyên panela bi navê "Şer, xizanî û çareseriya demokratîk" bû, got: "Tecrîd û feqîriya ji ber wê, pirsgirêka me hemûyan e. Werin em Tirkiyeyê ji nava vê gerînekê derxînin."
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî da zanîn ku 900 hezar zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û got ku armanc bi perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.
Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
Şevket Acar ê li ARSÎSA’yê perwerdeya bi kurdî dide anî ziman ku divê polîtîkayên asîmîlasyonê werin dawîkirin û pergalekî ku gel di zimanên xwe de perwerdeyê bibînin, divê were sepandin.
Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
Dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hat ragirtin, Emîne Çagirga bertek nîşan da ku hê jî kujer nehatine dîtin û got: "Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin."
Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin.
Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê daxuyaniyek da û li dijî binpêkirinên mafan yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan banga "Em ji nûve Tirkiyeyê vexwendiyê edeletê dikin" kirin.
OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
Endamên Şaxa OHD’a Stenbolê di şexsê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de ji bo piştevaniyê çûn serdana xebatkarên Çapemeniya Azad.
Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
Qeymeqamê Çiwarteyê Osman Enver da zanîn ku her 3 kesên li Şarbajêrê di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatine qetilkirin sivîl in.
MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin.
Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin
Şînên endamên HPG’ê Serhat Guzel û Bariş Kartal ku li Qilebanê jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
Parlamenterê CHP’ê Okan Konûralp, serdana Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê li Meclisê didomîne kir û anî ziman ku li cem Şenyaşarê ne.
Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
Spectrum Houseyê rapora xwe ya têkildarî meyla hilbijêrên kurd eşkere kir. Di raporê de performansa DEM Partiyê ya piştî hilbijartinê serkeftî hate nirxandin û piraniya hilbijêran daxwaza pêşhilbijartinê kir.
Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
Danişîna doza ku rojnamevan Osman Akin û Veysî Sarisozen bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” tên darizandin hate taloqkirin.