Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter ku di nava Helwdana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê de ye, bilêv kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye û got ku armanca wan a sereke jî ew e ku têkoşînê li nava civakê belav bikin.
Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
Berdevkê Ragihandinê yê KON-MED’ê yê Almanyayê Mazlum Karagoz diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Tecrîd, bi xwe re şer û neçareseriyê tîne.”
Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
Welatiyên gundê Arqetînê yê Pasûrê dixwazin rêyên gundên wan bên çêkirin.
Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
Çalakiya nobeta edeletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê dabû destpêkirin di roja 17’emîn de didome.
Topçû piştî 30 salan hat berdan
Çeçan Topçû ê xpiştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hat berdan, li Îzmîrê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê û şandeya pê re, serdana malbata Reşît Kîbar ê dema axa xwe diparast hate kuştin kirin.
Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û li Stenbolê banga berdana Hasan Ruzgar, li Îzmîrê banga berdana Hatîce Yildiz û li Enqerê jî banga berdana Abdulkadîr Kuday hat kirin.
Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
Li navçeya Qilebanê leşkerek çawişê pispor li ser wesayîta xwe ya Toros, remza JÎTEM’ê xêz kiriye û bi vê wesayîtê li navçeyê digere.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
Birayê Kenan Bîlgîn ê beriya 30 salan hat windakirin Îrfan Bîlgîn ê di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bertek nîşanî barîkatên li Qada Galatasarayê dan û wiha got: “Em bi wan serbilind in, hûn jî ji van bariyerên li piştê şerm bikin.”
'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku reçeteya vê aloziya diqewime “Netewa demokratîk” e û got: “Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bûye hêvî.”
Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
Malbatên Windakiriyan li Amedê xwestin faîlên Mehmet Sîncar, li Êlihê jî faîlên Mehmet Emîn Çelîk bên dîtin.
Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bû, 18 roj in nayê dîtin. Xebatên lêgerînê yên Guran berdewam dikin.
Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
Li gundê Tilehferîk ê navçeya Cizîrê di navbera 2 malbatên ku dijminên hev bûn de şer derket û kesekî jiyana xwe ji dest da.
DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor diyar kir ku dê bi dirûşma “Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike” komxebatekê li dar bixin û anî ziman ku di encama nîqaşên bên rêvebirin de dê seferberiya rêxistibûnê bidin destpêkirin.