19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê ji bo dayik û bavê xwe yê di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, têkoşîna edaletê dide, bertek nîşanî 19 meh in amade nekirina îdianameyê û ropora pispor da.
31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
Sînan Sutpak ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ji ber xwedîderketina li nasname û zimanê xwe, xwestin wî ceza bikin. Sutpak, wiha got: “Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan, gelek zordestiyan dikin. Vê yekê di heman demê de bi xwe re berxwedan afirand.”
Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
Rêya gundê Qurçikê yê navçeya Gimgimê zivistanê di nava heriyê de û havînan jî di nava tozê de ye. Li gund 150 xanî hene lê binkeya tenduristiyê nîn e, nexweş heya cihekî bi wesayîtê diçin piştre bi hespan tên û diçin.
Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hat şermezarkirin. Polîsan êrişî çalakiya li Stenbolê kirin û 6 kes binçav kirin.
Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
Nevzat Bahtiyarê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin.
Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê xwişka Narîn Guran, Tulîn Guran ya di 2019’an de jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.
Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Guran a ku mafê jiyana wê hat binpêkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê civiya. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li meclîsê axivî û got, "Em li vir vê hovîtiya rêxistinbûyî ya ku keçeke 8 salî qetil kir, şermezar dikin."
Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
Li navçeya Cîzirê zarokê 18 mehî Mehmet Aytûn ji ber fîşeka xaza îsotê ya leşkeran avêtiye jiyana xwe ji dest da. 15 sal piştî bûyerê biryara keşifkirina cihê bûyherê hate dayîn.
‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
Li Colemêrg û Erziromê ji bo Narîn Guran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ji bo Narîna 8 salî edaletê dixwazin. Em ê ji bo zarokan jiyanek azad û nû ava bikin.”
Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
Cenazeyê Selman Dagdelen (Piling Devran) ê li Çiyayê Bagokê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin. Hate diyarkirin ku cenazeyekî din jî li morgê tê sekinandin.
Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji bo 16’ê îlonê banga greva giştî ya li Îranê kirin.
Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
Girtiya siyasî Sara Dêldar di girtîgehek Îranê de ku nehatiye dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
Dadgeha Hewlêrê cezayê muebedê li kujerên endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun birî.
Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
Nevzat Bahtiyar ê îtîraf kiribû ku cenazeyê Narîn Guranê di nava tûrikekê de xistiye robarî de sewqî edliyeyê hate kirin.