Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
Emîne Şenyaşar di roja 20’emîn a çalakiya xwe ya li Meclisê de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
Doza keçika êzidî hat taloqkirin
Danişîna doza keçika êzidî ku DAIŞ’ê li ser înternetê wê dabû ber firotinê hat taloqkirin.
Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo lêkolînkirina mirina Narîn Guran pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclisê.
Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
SSerokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Rastiyên li pişt mirina Narînê bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin.”
Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Agiriyê di meşa ji bo mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê kirin de wiha gotin: “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê weke pirsgirêkeke sed salan hêj berdewam dike.”
Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
Ahmet Kaganarslan ê ku piştî 32 salan ji hepsê hat berdan got: “Me serî netewand. Em bi şerefa xwe derketin.”
Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
Rêxistinên hiqûqê yên beriya danişîna doza keçika êzidî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hate revandin û li Tirkiyeya ku anînê hate firotin daxuyanî dan, wiha got: “Heke bi rastî hûn bikarin ji bo tiştekê şer bikin divê ew ji bo zarokan be. Êdî bes e.”
Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
Ji bo zarok Narîn Guran a piştî 19 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin, bi pêşengtiya rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” şîn hate danîn.
26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
26 rêxistinên mafên mirovan ji ber biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîziyê, rejîma Îranê şermezar kirin û xwestin biryara darvekirinê were betalkirin.
Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku şeva borî li Dihokê bavek kurê xwe kuşt. Hat destnîşankirin ku kesê hatiye kuştin, di nav hêzên leşkerî yên PDK’ê de efser e.
Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
Dema binçavkirinê ya 24 gumanbarên di çarçoveya kuştina Narîn Guran de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.
Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan dê di pêşengtiya KAYY-DER’ê de 15’ê îlonê were lidarxistin.
Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
Li Îzmîr û Stenbolê di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
Windakirin û qetilkirina Narîn Guran carek din zarokên ku hatine windakirin û nehatine dîtin anî bîra mirovan. Balkêş e ku TUÎK bi salan e der barê zarokên windayî de daneyan parve nake.