Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
Welatiyên li Wanê ku ji ber qetilkirina Narîn Guran a piştî hat windakirin 19 roj şunde cenazeyê wê hate dîtin bi hêrs in, bi gotina “Divê ev pergal bi dawî bibe” bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê da.
Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
Serokê Giştî yê Damezrîner ê Çîftçî-Senê Abdûllah Aysû anî ziman ku cotkar hatine asta ku nikarin hilberînin û got: "Rojên xirab li paş man, rojên xirabtir li benda me ne."
Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
Li gorî rapora Wezareta Dadê, di sala 2023’yan de zêdetirî 40 hezar dosyayên têkildarî sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin. Ji van di 36 hezar û 275’an de faîl hatin cezakirin û 7 hezar û 108 jî bi biryarên beraetê biencam bûn.
Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
Berdana girtî Mazlûm Arî yê li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derketiye, bi hinceta cezayê dîsiplînê, 3 mehan hate dirêjkirin.
Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
Di çalakiyên ku ji bo Narîn Guran hatin lidarxistin de banga bila îfadeya Galîp Ensarîoglu ê ki got, "Agahiyên me hene lê malbat nas e em bêdeng dimînin" bê girtin hat kirin.
Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sazkirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, bi yekdengî qebûl kir.
Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin.
Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
N.B. ê di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de hatiye binçavkirin diyar kir ku wî û apê Narînê cenaze bi hev re xistine kîs û biriye devê çem daniye, veşartiye.
Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
Endamên ESP’ê û SKM’ê kuştina Narîn Guranê bi “tûrikî” şermezar kir û wiha got: “We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir.”
Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di kongreya partiyê ya Serêkaniyê de axivî, wiha got: “Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin.”
Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew di têkoşîna li dijî birçîtî û xizaniyê de biisrar in û got: “Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin.”
Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Komeleyên ku xebatên zimanê kurdî dikin û Egîtîm Sen li gelek bajaran daxuyanî dan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin û xwestin zimanê kurdî li her qada jiyanê bibe zimanê fermî.
Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
Di girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narîn Guran de amade kiriye de wiha hatiye gotin: “Birîna amûrên birînê û sîlehê di laşê wê de nebûye, nûveya xwîna hundir nehatiye bidestixstin.”
Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
Emîne Şenyaşar a têkoşîna edaletê didomîne, xwest ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.